Li Efrînê 2 welatî hatin revandin 2024-08-27 14:22:57 NAVENDA NÛÇEYAN - Tirkiye û hêzên paramîlîter ên giraêdayî wê 2 şêniyên Efrînê revandin. Her wiha çeteyên "Feyleq El Mecid" xerac ji gundiyan xwest.   Li gorî nûçeya ANHA’yê ya ji çavkaniyên herêmî girtiye Tirkiye û hêzên paramîliter ên girêdayî wê di  23’yê tebaxê de şêniyên bi navê Ehmed Mihemed (62) ê ji gundê Qujumo ku li Cindirêsê dimîne Nazmî Mihemed Bekir (60) ê ji bajarê Cindirêsê revandin.   Heman çavkaniyan diyar kir ku çeteyên "Feylaq El Mecid" şêniyên gundê Kêla yê girêdayî bajarokê Bilbilê û gundê Zerka yê girêdayî bajarê Recoyê agahdar kirine ku divê li beramber her dareke zeytûnê 3 dolar wek xerac beriya demsalê bidin.