Bertek nîşanî qetilkirina Tara û Bahadînê dan: Li dijî hemû rojnamevanan hatiye kirin 2024-08-27 10:35:57   STENBOL - Rêxistinên çapemeniyê diyar kirin ku êrişa ku rojnamevan Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn tê de hatin qetilkirin, li hemberî azadiya fikr û ramanê bûye û îşaret bi têkoşîna hevpar kirin.    Êrişên Tirkiyeyê yên li ser Herêma Kurdistana Federe yên bi hevkariya PDK’ê didomin. Di vê çarçoveyê de di 23’yê Tebaxê de li taxa Seyîdsadiq a bajarê Silêmaniyê wesayîta xebatkarên Çapemeniya Azad ji aliyê SÎHA'yên Tirkiyeyê ve hat bombekirin û rojnamevan Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn hatin qetilkirin. Rêveberê Şîrketa Medyayê ya Chatr Production Rêbîn Bekir (30) jî di nav de 6 rojnameger jî birîndar bûn.   Saziyên çapemeniyê yên pîşeyî bertek nîşanî qetilkirina rojnamevanan dan.    Cîgira Seroka Komeleya Rojnamevanên Hemdem (ÇGD) Ceren Bayarê diyar kir ku hedefa êrişê 2 jin, sivîl û rojnameger bûne. Bayarê diyar kir ku ev rewş ji aliyê raya giştî ya Tirkiyeyê ve rast nayê fêmkirin û got: "Di nava raya giştî ya Tirkiyeyê de nêrînên şaş bi hêsanî ji aliyê hin derdoran ve tên belavkirin û rê li ber ragihandina agahiyên rast tê girtin. Lê divê em rastiyê eşkere bikin ku ev rojnamevan ji ber ku jin bûn, ji ber ku sivîl bûn hatin qetilkirin."    WÊ PÊNÛSA WAN LI ERDÊ NEMÎNE   Bayarê diyar kir ku ev êriş nayê qebûlkirin û sedema hedefgirtina wan ew e ku li pêyî rastiyê bûn.    Bayarê bal kişand ser şerê li herêmê û got: "Gelek kes hene ku karê van hevalên me bikin. Bi taybetî jî jin di vî warî de xurttririn û wê ew pênûs nekevin erdê."    'DIVÊ ROJNAMEVAN DENG DERXIN'   Bayarê bilêv kir ku ev êriş tenê ne li hemberî 2 rojnamevanên jin e, li hemberî hemû rojnamevanan e û got ku divê rojnamevan li dijî vê deng derxin.    'EM Ê XWEDÎ LI WAN DERKEVIN'   Serokê Giştî yê DÎSK Basin-Îş'ê Tûrgût Dedeoglû jî bilêv kir ku divê êrişa li hemberî rojnamevanan bê lêkolînkirin û got: "Divê em xwedî li pîşeya xwe ya rojnamevaniyê derkevin û piştgiriyê bidin hevpîşeyên xwe. Demildest divê em di vî warî de tevbigerin.    Dedeoglû bibîr xist ku Tirkiye ji ber êrişên xwe yên li hemberî rojnamevanan di endeksa azadiya çapemeniyê de di rêzên dawî de ye û bang li rêxistinên çapemeniyê kir û got: "Divê em helwesteke hevpar nîşan bidin û bi hev re tevbigerin."    Hevdîrektorê Komeleya Xebatên Çapemenî û Hiqûqê (MLSA) Bariş Altintaş jî anî ziman ku di pevçûnan de hedefgirtina rojnamevanan nayê qebûlkirin û got: "Ev êriş li dijî peymanên navneteweyî yên ji bo parastina rojnamevanan e."    Altintaş destnîşan kir ku ya hatiye kirin li dijî mafê nûçewergirtinê ye.