Geerdînk: Tirkiyeya ku rojnamevanan dikuje sûcê şer dike 2024-08-27 09:46:35 ENQERE - Rojnamevan Fréderike Geerdînk diyar kir ku ne ji rojnamevanên kurd be wê gelek rastî neyên bihîstin û got ku Tirkiye bi qetilkirina rojnamevanan sûcê şer dike.  Di 23’yê Tebaxê de li navçeya Seyîdsadiq a bajarê Silêmaniyê ya Herêma Kurdistana Federe, di êrişa balafirên şer ên dewleta tirk de rojnamevan Gulistan Dara û Hêro Bahadîn jiyana xwe ji dest dabûn û 6 rojnameger jî birîndar bûbûn. Rojnamevana Hollandî Fréderike Geerdînkê bertek nîşanî qetilkirina rojnamevanan da û diyar kir ku Tirkiye çendî bêje ew di nava şer de ye jî, lê mafekî wê yê rojnamevanan hedef bigire tune ye.    Geerdînk diyar kir ku divê rojnamevan li gorî hiqûqa navneteweyî bên parastin û got: "Madem Tirkiye dibêje ev şer e, nexwe sûcê şerî kiriye û ev bi her awayî sûc e, hûn nikarin mirovan bikujin. Lê her kes bêdeng e. Siyaset jî bêdeng."   Geerdînk her wiha bal kişand ser "peymana ewlehiyê" ya ku di 15'ê Tebaxê de di navbera Enqere û Bexdayê de hatibû îmzekirin. Geerdînk diyar kir ku li bajarên di bin kontrola PDK'ê yên Herêma Kurdistanê de desthilatdariyeke tund a kontrolê ya Tirkiyeyê heye, lê li bajarên ku YNK lê serdest e, rê li ber vê yekê tê girtin û got ku bi peymana ku di navbera Enqere û Bexdayê de hatiye îmzekirin, Bexda dikare mudaxeleyî waliyan bike. Geerdînkê diyar kir ku Îran û Tirkiye demeke dirêj e li herêmê kurdan qir dikin û wiha got: “Ji ber vê yekê ev rewş, ev demeke dirêj e didome. Bêguman peymana ewlehiyê ya li gel Bexdayê metirsiyeke zêde çêdike, lê ev metirsî her tim hebûye."     Rojnamevan Fréderike Geerdînk   ROLA PDK'Ê   Geerdînk da zanîn ku PDK di warê siyasî û aborî de girêdayî Tirkiyê ye û got: “Ji ber vê yekê Tirkiye PDK'ê di berîka xwe de dihêle. Ger armanca wan zengîniyeke zêdetir be, dibe ku pir serketî bin. Min tiştek nedîtiye ku nîşan bide ku armanceke wan heye, lê eger armanca wan bidestxistina azadiya Kurdistanê û gelê kurd be, bi eşkereyî ew bi tu awayî nagihên armancên xwe. Lê ez bawer nakim êdî armanca wan ev be. Dibe ku ew di demên berê ên dîrokê de hebûya, lê ev ji zû de winda bûye."    Geerdînk anî ziman ku çavkaniya bêdengiya li hemberî êrişên li ser rojnamevanên kurd ew e ku rojnamevanên kurd baş nayên ravekirin û got: "Di warê 'rojnamevaniya kurd çi ye' şaşiyek heye. Têgihiştineke 'ji rojnamevanan bêtir wekî aktivîstan e, belkî pêwendiya wan bi terorîzmê re jî hebe' heye. PErspeltîfeke din a rojnamevanên kurd jî perspektîfa têkoşînê ye."    Geerdînk wiha got: “Eger ne ji çapemeniya kurd û rojnamevanên kurd bûye, dê ewqas çîrokên ku me nedizanîn hebûna. Wekî Abdurrahman Gok ê ku wêneyên ciwanê li qada Newrozê hat qetilkirin kişand, wê haya me ji dayikên ku cenazeyên zarokên xwe di sindoqan de ji postexaneyê girtin û ji gundiyên ku ji helîkopteran hatin avêtin  çênebûya."