Li Cizîrê 'Xwendinên Azadiyê' 2024-08-26 22:33:53   ŞIRNEX - Di çarçoveya kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî" de li taxa Cûdî paraznameyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin xwendin.    Tevgera Jinên Azad (TJA) di çerçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” de li taxa Cûdî ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi welatiyên taxê re hat gel hev û bi wan re paraznameyên Abdullah Ocalan xwendin. Di çalakiyê de ji paraznameya 5'emin a "Çareseriya Demokratîk" hin beş hatin xwendin. Di wê mijarê de beşa "Pirsgirêka kurd" û "Komploya gladyoyê" ku Abdullah Ocalan qal kiribû hat xwendin.    Piştî xwendinê welatiyan der barê mijara ku hatiyê xwendin de nîqaş û nirxandinên xwe kirin.