Êzidî berê xwe didin Şengalê 2024-08-26 15:55:30   NAVENDA NÛÇEYAN - Vegera Şengalê ya koçberên ezidî bênavber didome. Di demên dawî de ji ber aramiya li Şengalê, êzidî kom bi kom ji kampên PDK’ê vediqetin û berê xwe didin Şengalê.   Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku di çarçoveya hewldanên hikumetê yên ji bo vegerandina koçberan de, îro 732 koçber ji kampên Dihokê vegeriyan ser cih û warên xwe yên li Nînova û Şengalê.   Hate gotin ku ji bo kesên vedigerin, alîkariya aborî tê kirin û hewldanên ji bo vegera koçberan ya li nav kampên Başûr berdewam dike.