Êrişa li dijî karkeran pirsî: Ma guhdarkirina stranên kurdî sûc e? 2024-08-26 14:59:33 NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamenterê DEM Partiyê Serhat Eren ê karkerên ji ber guhdarkirina stranên kurdî hatine binçavkirin û girtin aniye rojeva Meclisê pirsî: “Ma guhdarkirina stranên kurdî sûc e?”   Karkerên bi navê Ozgur Îpek, Mehmet Argin û Cemal Guzel, ji ber guhdarkirina stranên kurdî hatine binçavkirin û ji karkeran Guzel bi îdiayên “propagandaya rêxistinê” û “berxwedana li hember polîsan” hate girtin. Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Amedê Serhat Eren mijara karkerên ji ber guhdarkirina stranên kurdî hatine binçavkirin pêşnûmepirs da Meclisê. Eren bi daxwaza Wezareta Edaletê û Wezareta Karên Hûndirîn bibersivîne pêşnûmepirs da Meclisê. Herwiha Eren serî li Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Meclisê da.    Eren di pêşnûmepirsa pêşkeş kiriye de pêvajoya geşedanan jî parve kir û wiha got: “Mehmet Argin ê ku em pê re axivîne wiha got, ‘Ji ber em kurd in êrişî me kirin. Bêbextiyan li me dikin, ne me diruşm berz kirin ne jî li hember polîsan li ber xwe da. Bila dîmenên kamerayan werin lêkolînkirin, her tişt dê pis zelal derkeve holê’”. Eren diyar kir ku di pêvajoyê de nehiştine ku karker bi malbatên xwe re jî hevdîtinê pêk bînin û wiha got: “Nehiştine bi parêzerên xwe re jî hevdîtinê bikin. Tenê ji bo Cemal Guzel ê daxwaza girtinê hatiye girtin ji baroyê parêzer tayîn kirine. Tevî ku wan derbarê polîs û bekçiyên îşkence li wan kirine gilî kirine jî derbarê polîs û bekçiyan de tu lêpirsîn nehatine destpêkirin.”   ‘MA GUHDARKIRINA STANÊN KURDÎ SÛC E?’   Eren derbarê bûyerê de pêşnûme pirs da û xwest helwesta nîşanî karkeran hatiye dayîn were vegotin, cihêkariya li dijî zimanê kurdî were îzahkirin û derbarê kesên îşkence li karkeran kirine de kirariyên hatine kirin, werin gotin.