Li dijî xwediyê Hewj Kafeyê êrişa duyem: Destê wî derizî 2024-08-26 14:00:11 AMED - Kesên li navçeya Sûra bi bombeyên deng êrişî Hewş Kafeyê kirine, piştî mehek bi ser berdana êrişkaran wan derbas bû, vê carê jî êrişî xwediyê kafeyê kirin. Di encama êrişa duyem de destê birayê xwediyê kafeyê derizî. Di 11’ê tîrmehê de 3 kes êrişî Hewş Kafeya li navçeya Sûrê kirin. 3 êrişkarên hatine girtin, piştî hatin berdan careke din êrişî xwediyê kafeyê kirin. Komekî li gel wan çek hene bi bombeyên deng li dijî Hewş Kafeya li taxa Mizgefta Mezin a navçeya Sûrê, êriş li dar xistin. Ji êrişkaran Veysel Guç, Ûmût Yildirim û kesekî navê wî nehatiye hînbûn, hatin girtin. Êrişkar piştî lêkolîna girtinê ya 15’ê tebaxê, hatin berdan. Ji bo pêşî li êrişekî nû were girtin jî ji bo xwediyên kafeyê parastvanên polîs hatin peywirdarkirin. DEMA HATIN BERDAN CAREK DIN ÊRIŞ KIRIN Êrişkarên hatine berdan piştî mehekî vê carê jî êrişî xwediyê kafeyê û birayê wî kirin. Ji êrişkaran Veysel Guç û Ûmût Yildirim duh bi şev dema xwediyê kafeyê û birayê wî di kolanê de dîtin, çêr û heqaretan kirin. Guç û Yildirim bi gotina “Em ê we li vê derê nehewînin” gef li xwediyê kafeyê xwarin û êrişa fîzîkî pêk anîn. Di êrişê de milê birayê xwediyê kafeyê hate şikandin. Piştî êrişê polîsê parastvan û polîsên yûnûs êrişkar binçav kirin.       DESTÊ WÎ DERIZÎ Birayê xwediyê kafeyê rapora derbkirinê stend û giliya êrişkaran kir. Birayê xwediyê kafeyê derbarê bûyerê de wiha axivî: “Dema ez bi birayê xwe re li kolanê dimeşiyam, ev kes sehpayê avêtin ser me û ji me re gotin, ‘em ê we li van deran nehewînin’. Me jî ji bo xwe biparêzin bersiv da êrişê. Ev kes berî niha jî êriş kiribûn û piştî mehek û 4 rojên girtî, hatin berdan. Kesên sûcdar her roj li van deran lotikan davêjin, kom bi kom tên li vê derê. Ev kes her roj kesên tên kafeyê û tên otelê aciz û tacîz dikin. Me duh gilî kir. Niha di bin çavan de ne. Ev kes ji kesên li pey wan disekinin, hêzê digirin. Heke tiştek were serê me ev kes, kes û rêxistinên li pey van berpirsyar in.”