Gundê Şînkê yê Silêmaniyê hat bombebarankirin 2024-08-26 13:20:23   NAVENDA NÛÇEYAN- Hate diyarkirin ku dewleta tirk bi balafira bêmirov û biçek derdora gundê Şînkê ya ser bi Şarbajêr ya girêdayî Silêmaniyê bombebaran kiriye.   Êrişên dewleta tirk ên bi hevkariya PDK'ê li Herêma Kurdistana Federe didomin. Li gorî nûçeya Rojnewsê, beriya çend kêliyan dewleta tirk bi balafira bêmirov û biçek (SÎHA) derdora gundê Şînkê ya ser bi Şarbajêr a girêdayî Silêmaniyê bombebaran kiriye.   Têkildarî ziyanên êrişê agahî bidest neketin.   Dewleta Tirk a dagirker rojane deverên cûda yên Başûrê Kurdistanê bombebaran dike. Duh jî li Berwarî Bala ji ber bombebarana artêşa tirk 5 gund şewitîn bi sedan donim daristan, bax û rezên welatiyan şewitîn.