Malbata Bozkûrt gardiyan gilî kirin 2024-08-26 13:11:19   ENQERE - Girtî Abdulkadîr Bozkurt ê di girtîgehê de tê ragirtin, hate derbkirin. Malbata Bozkûrt gardiyan gilî kirin.    Girtî Abdulkadîr Bozkurt ê di Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa F ya Ewlehiya Bilind a Tekîrdagê tê ragirtin di 15’ê tebaxê de malbata xwe geriya û ji malbata xwe re got ku midûrê, girtîgehê, sergardiyan û derûnasê girtîgehê gefa mirinê lê xwarine û li pêşberî kamerayan li wî xistine.    Birayê Abdulkadîr Bozkûrt Serdal Bozkurt li Midûriyeta Giştî ya Girtîgeh û Malên Tewkîfkirinê ya girêdayî Wezareta Edaletê gilî kir.    Bozkûrt hat li Enqereyê û ji Midûriyeta Giştî ya Girtîgeh û Malên Tewqîfkirinê ya girêdayî Wezareta Edaletê daxwaza hevdîtinê kir. Lê belê rayedar anîn ziman ku ji bo hevdîtinê divê randevû were stendin û hevdîtin asteng kirin.    GILÎ KIR   Bi ser vê yekê Bozkurt derbarê gardiyanên li birayê wî dane û gefa mirinê lê xwarine, li midûriyetê gilî kir. Bira Bozkûrt xwest gardiyanên li birayê wî xistine û gefê lê xwarine, werin diyarkirin û derbarê wan de lêpirsîna edlî û cezayê werin destpêkirin. Bozkûrt di daxwaznameya xwe de xwest ku birayê wî sewqî girtîgehekî din a li Kurdistanê, bikin.    Bozkûrt anî ziman ku ew xwestiye bi Wezareta Edaletê re hevdîtinê pêk bîne û diyar kir ku ew ê ji bo hevdînê pêk bîne, bi Partiya Wekhevî û Demokrsiyê ya Gelan (DEM Partî) re têkeve têkiliyê.