Esed: Divê Tirkiye piştgiriyê nede terorê 2024-08-25 19:13:50     NAVENDA NÛÇEYAN - Beşar Esed di Meclisa Nûneran de axivî û got: "Em dev ji mafekî xwe bernadin. Daxuyaniyên berpirsên Tirkan tu têkiliya xwe bi rastiyê nîn in. Divê Tirkiye piştgiriyê nede terorê "   Beşar Esed di xîtaba xwe ya li Meclisa Nûneran axivî û wiha got: "Rewşa li cîhanê giştî krîz e. Bandorên wê li ser me dike û divê em bi awayekî lez bixebitin ku çareser bikin. Li gorî wê em bi însiyatîfên girêdayî têkiliya bi Tirkiyeyê re dan û standinê dikin. Rûsya, Îran û Iraq wan însiyatîfan pêşkêş dikin."   Beşar Esed xîtabî Tirkiyeyê kir û wiha got: "Me devereke cîran jî dagir nekiriye ku em vekişin. Me destek neda terorê ku em destekdayînê bisekinin. Çareserî lihevkirin e û diyarkirina xalên nelihevkirinê ne. Pêdiviya vegerandina têkiliyan destpêkê bi rakirina sedemên hiştine werin têkbirin. Em dev ji mafekî xwe bernadin."   Esed diyar kir ku pêdiviya her xebateke dan û standinê bi lêvegerekê heye ku bi ser bikeve. Esed destnîşan kir ku yek ji sedemên nehiştiye di hevdîtinên berê de encamên pêk bên, nebûna lêvegerê ye û got: "Sûriye her tim bang dike ku divê dewleta Tirk ji xaka dagir kiriye vekişe û piştgiriyê nede terorê."   Esed destnîşan kir ku qonaxa heyî qonaxa bingeh û rêgezan e û got: "Ji ber serketina wan dê bi xwe re serketinê bîne. Daxuyaniyên berpirsên Tirkan jî tu bingehên xwe nîn in. Pîvana Sûriyeyê serwerî ye."