Serdanên şîna ji bo rojnamevan Tara hatiye danîn didomin 2024-08-25 17:01:30 ÊLIH - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir û gelek kesan di roja duyemîn a şîna ji bo rojnamevan Gulistan Tara ya hate qetilkirin hatiye danîn bi girseyî ziyaret kirin.    Dewleta tirk di 23’yê tebaxê de li navçeya Seyîdsadiq a girêdayî Silêmaniyê ya Herêma Kurdistanê bi SÎHA’yê êrişî wesayîta ku rojnamevan tê de bûn kir û Gulistan Tara û Hêro Bahadîn qetil kir. Şîna ku ji bo Tara li Taxa Kultur a Êlihê hatiye danîn di roja 2’yemîn de berdewam dike. Îro jî bi awayekî girseyî şîn hate ziyaretkirin. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, endam û rêveberên DBP’ê yên bajêr û navçeyan, endam û rêveberên MEBYA-DER û MED TUHAD-FED’ê, parlamenterên DEM Partiyê yên Êlihê Zeynep Odûncû û Mehmet Ruştu Tiryakî, Dayikên Aştiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), xebatkarên Çapemeniya Azad û gelek welatiyan serdana şînê kirin. Di dema serdanê de dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bimre xiyanet, bijî Kurdistan” hate berzkirin.    ‘EM Ê BIBIN ŞOPDARÊN RÊWÎTIYÊN HEQÎQETÊ’    Hevseroka DEM Partiyê ya Êlihê Songul Korkmaz a bi bîranîna Gulistan Tara û Hêro Bahadîn dest bi axaftina xwe kir, wiha got: “Em vê êrişî bi tundî şermezar dikin. Hevalên me şopdarên rêwîtiya heqîqetê bûn. Xebatkarên Çapemeniya Azad bûn. Em jî dê bibin şopdarên têkoşîna wan. Em dizanin ku îro jina kurd li her qadê ji siyaseta Rojhilata Navîn re pêşengiyê dike. Felsefeya ‘jin jiyan azadî’ belavî hemû cîhanê bû. Em jî hevalên xwe yên ku bi wî ruhî jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin. Bila serê gelê kurd û Serokatiyê sax be.”   Pişt re kekê Gulistan Tara, Mûstafa Mesût Tekîk jî ev tişt gotin: “Di serî de şehîd Gulistan Tara û Hêro Bahadîn hemû rêwîyên heqîqetê bi rêzdarî bi bîr tînim. Bila serê gelê her çar parçeyê Kurdistanê sax be. Bimre xiyanet, bijî Kurdistan.”