Li Hezexê 2 ciwan hatin binçavkirin 2024-08-25 16:22:31 ŞIRNEX -  Li gundê Hespîst ê navçeya Hezexê 2 ciwan di serdegirtina malê de hatin binçavkirin.    Li gundê Hespistê ya navçeya Hezexê ya Şirnexê di saetên serê sibê de leşkeran bi ser malan de girt ciwanên bi navê Î.D û Y.D binçav kirin. Sedema binçavkirinê nehat hînbûn û hat diyar kirin ku yên ku hatinê binçavkirin birînê qereqola cendermeyan a Hezexê.