DEM Partiyê bi girseyî serdana Selahattîn Genç ê piştî 31 sal û 8 mehan hate berdan kir 2024-08-25 14:23:14 ŞIRNEX - Rêxistina DEM Partiyê ya Şirnexê bi Hevberdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan re serdana Selahattîn Genç ê piştî 31 sal û 8 mehan ji Girtîgeha Tîpa T a Amedê hat berdan kirin.    Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Şirnexê bi Hevberdevka partiyê Ayşegul Dogan û parlamenterê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endam û rêveberên rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û DEM Partî yên Şirnex û navçeyan re li navçeya Hezexê serdana Selahattîn Genç ê piştî 31 sal û 8 mehan ji Girtîgeha Tipa T a Amedê hat berdan kirin.      Selahattin Genç bi malbata xwe re kesên hatin serdanê bi coş pêşwazî kirin û ji wan re spasiyên xwe pêşkeş kirin. Genç ji kesên ku hatibûn serdanê re qala serpehatiyên xwe yên girtîgehê kir û serdan bi sohbetên germ bi dawî bû.