ÎHD: Divê saziyên serbixwe qetilkirina rojnamevanan lêkolîn bikin 2024-08-24 15:51:00   ENQERE - ÎHD’ê nerazîbûn nîşanî qetilkirina du rojnamevanên li Silêmaniyê da û got: “Em Tirkiyeyê û Rêveberiya Herêma Kurdistanê vedixwînin berpirsiyariyê.”    Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) têkildarî qetilkirina rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn ên li navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê daxuyaniyek nivîskî weşand. ÎHD’ê bi daxuyaniya xwe ya sernavê “Kedkarên Çapemeniya Kurd hê jî dibin hedefa bombebaranan” êrişên li dijî rojnamevanan şermezar kir.      Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di salên 90’î de hat xwestin ku rojnamevanên kurd bi binçavan û bombekirina avahiyên rojnameyan bêdeng bimînin lê ev bi ser neket. Kedkarên çapemeniya kurd hê jî dibin hedefa bombebaranan.   Em wek parêzvanên mafên mirovan vê bûyrê wek qetlîama rojnamevanan dinirxînin. Li herêma navborî demek dirêj e Tirkiye operasyonên leşkerî lê bi rê ve dibe. Ji bo faîlên vê êrişa ku du rojnmevanên jin têde hatine qetilkirin derkevin holê, em hikûmeta Iraqê, Dewleta Komarê ya Tirkiyeyê û Rêveberiya Herêma Kurdistanê vedixwînin berpirsiyariyê. Her wiha em daxwaz dikin ji bo ku saziyên serbixwe bûyerê lêkolîn bikin, alîkarî bê temînkirin.”