Pêkhateyên Amedsporê: Tiştekî ku kulûba me nikare aşkere bike nîne 2024-08-24 15:09:37   AMED - Di daxuyaniya ku Pêkhateyên Amedsporê, YÎK’ê û Rêveberiya Amedsporê bi awayekî hevpar da de wiha hate gotin: “Bila hemû alîgirên me yên dil dane Amedsporê û di nava hesreta cîhaneke adil û mirov bikare lê bijîn de ne bila bizanin ku tiştekî ku kulûba me nikare aşkere bike nîne.”   Rêveberî û Pêkhateyên Amedsporê û endamên Lijneya Îstîşare ya Bilind, li Odeya Senayî û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO) civîna çapemeniyê li dar xist. Serokê Amedsporê Azîz Elaldi û gelek rêveberên Amedsporê jî tev li civînê bûn. Di civînê de ewilî Serokê Lijneya Îstîşareya Bilind Bûrç Baysal axivî geşedanên sala par bi bîr xist.    ‘EM DI DESTPÊKA RÊYEKE DIRÊJ DE NE’    Baysal, anî ziman ku piştî kulûb bû şampiyan ji bo bi îdia bikevin Lîga 1’emîn a TFF’ê xebatên amadekariyê dane destpêkirin û li aliyê din transferan pêk tînin û wiha got: “Li aliyê din ji bo binesaziya tesîsên kulûba me xebatên hêzkirinê dest pê kirin. Her wiha di hemû aliyan de ji bo sazîbûnê gav hatin avêtin. Hem di avakirina tîma teknîkê de, hem jî di transferên lîstikvanên futbolê de hewl hatiye dayin ku tîmeke ku Amedsporê bibe lîga din were avakirin. Di vî warî de xebat bê rawestan didomin. Bi vê mebestê, em spasîya serok û endamên lijneya rêveber, saziyên me yên sivîl, karsaz û sponsorên ku hewl didin ji hundir û derve piştgirîyê bidin me û alîgirên me yên ku bi kirîna passolig û biledên kombîneyê trîbunên me tijî kirin dikin. Em dizanin ku me nekarî encamên ku me di herdu maçên xwe yên pêşîn ên lîga 1'emîn a TFF de xwestin e, bi dest bixin û em dixwazin bê zanîn ku em hewl didin di zûtirîn demê de ji hemû pêkhateyên kulûba me yên di vî warî de bên kirin, kêmasiyên xwe telafî bikin. Her wiha em tenê di destpêka rêyeke dirêj de ne.”   Baysal, destnîşan kir ku kevneşopiya rexnekirin û xwerexnedayîn a Amedsporê heye û wiha got: “Di vê çarçoveyê de li ser hin kêmasiyên ku di sezona şampiyoniya me de rû dane nirxandinên pêwîst hatin kirin û demsala nû li ser esasê bêtir şêwirî, hevkarî û zelaliya zêdetir hate destpêkirin. Di kulûba me de hemû pêkhateyên me xwedî mafê axaftinê, pêşvebirina pêşniyaran û her cure tevkariyên erênî ne. Ev yek li dijî kulûb û alîgiran berpirsyariyeke wan e.    Di vê rewşê de, hewldana birêvebirina kulûba me û hedefgirtina serok û rêveberên kulûbê, bi tunehesibandina qenalên ragihandinê û çanda nîqaş-muzakereyê ya kulûba me ya li medya civakî û qenalên din, ji bilî zerardayîna kulûbê te wateyeke xwe nîne. Nêzîkatiyên ku kulûba me ji nedîtî ve tên qet nayên qebûlkirin. Bila hemû alîgirên me yên li erdnîgariya me û çar aliyê cîhanê yên dil dane Amedsporê û di nava hesreta cîhaneke adil û mirov bikare lê bijîn de ne bila bizanin ku tiştekî ku kulûba me nikare aşkere bike nîne. Bila hemû alîgirên me piştrast bin ku yên piştgiriyê didin vê kulûbê dê tu carî mehcûp nebin.”    Piştî daxuyaniyê Serokê Amedsporê Azîz Elaldi bersiva pirsên têkildarî bilêdên sexte, transfer û rewşa stadyûmê hatin kirin da.