Beştaş: Çareserî bi rakirina tecrîda li Îmraliyê pêkan e 2024-08-24 14:36:23   ÊLIH - Parlamentera DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş di kongreya MEBYA-DER’a Êlihê de axivî û diyar kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan belavî ser gelên Rojhilata Navîn bûye û got: “Çareserî bi rakirina tecrîda li Îmraliyê pêkan e.”    Komeleya Yekitî, Çand, Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER) li Êlihê 2’yemîn kongreya xwe ya awarte li dar xist. Kongre li tesîstek taybet a li taxa Pazaryerî pêk hat.    Rêveberên MEBYA-DER’a Amedê, Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA’yê rêveberên DBP, DEM Partiyê, parlamenterên DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş, Mehmet Ruştu Tiryakî, Zeynep Oduncu, nûnerên gelek saziyên sivîl û gelek kes tev li kongreyê bûn.    Pankart hatin daliqandin û dirûşmên wek “Jin jiyan azadî”, “Bimre xiyanet”, “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin.    'ROJNAMEVAN BI ZANEBÛN TÊN QETILKIRIN'    Aktîvîsta TJA’yê Fatma Ablay axivî û diyar kir ku divê jin li Kurdistanê li dijî polîtîkayên şerê taybet bibin yek û got: “Divê em di her şert û mercan de berxwedana xwe mezin bikin. Di van salên dawî de jinên rojnamevan ên kurd hedef tên girtin û qetilkirin. Ev yek ne tesadufî ye.”    'EM XWEDÎ LI ZIMAN Û ÇANDA XWE DERKEVIN'    Parlamentera DEM Partiyê ya Erziromê Meral Daniş Beştaş jî axivî û wiha got: “Îro malbatên me ku ewladên xwe winda kirine hene. Ji bo vê yekê jî divê em xwedî li hemû nirxên xwe derkevin. Dewlet êrişî gelê me, şaredariyê me û govenda me dike. Nahêlin zarok û ciwanên me bi kurdî biaxivin. Yên ku bi kurdî diaxivin û li stranên kurdî guhdar dikin, tên girtin û êrişî wan tê kirin. Divê em van li ber çavan bigirin û hin bêtir xwedî li ziman û çanda xwe derkevin. Em li ser axa xwe jiyanek azad dixwazin.”    ‘DIVÊ JI BO ÇARESERIYÊ TECRÎD RABE’    Beştaş destnîşan kir ku tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan belavî ser hemû gelên Rojhilata Navîn bûye û got: “Çareserî bi rakirina tecrîda li Îmraliyê dikare were lipêşxistin. 41 meh in tecrîdek girankirî li ser birêz Abdullah Ocalan heye. Divê tavilê tecrîd bê rakirin û pêvajoya çareseriyê bê destpêkirin. Bi vî awayî gelên li Kurdistanê û Rojhilata Navîn dikarin jiyana xwe bidomînin.”    Parlamenterê DEM Partiyê yê Êlihê Ruştu Tiryakî jî bal kişand ser girîngiya MEBYA-DER’ê û got: “Ev nûnergeha nirxên me ye û lewma girîng e. Em ê her dem li nirxên gelê xwe xwedî derkevin.”    Piştî axaftinan raporên xebat û maliyetê hatin xwendin.    Di kongreyê de Nezahat Toprak û Ûgûr Ar ji bo hevserokatiya MEBYA-DER’ê hatin bijartin.