Li Stenbolê ji ber govendê binçavkirin: Zarokek hat berdan, 6 kesan dê bibin edliyeyê 2024-08-24 14:27:15   STENBOL - Rêveberên DEM Partiyê jî di nav de 6 kesên ku ji ber li ber stranên kurdî govend gerandin hatibûn binçavkirin dê roja duşemê bibin edliyeyê.    Li Stenbolê polîsan duh bi ser gelek malan de girtibûn. Di serdegirtinên malan de Hevserokên Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Esenyûrtê Rojda Yilmaz û Abdullah Arîna jî di nav de 7 kes hatibûn binçavkirin.   7 kesên ku li Midûriyeta Polîsan a Stenbolê tên ragirtin, ji ber di 18’ê tebaxê de li ber stranên kurdî di maça fînalê  ya Tûrnûvaya Fûtbolê ya Gulistan Dokûyê ya Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê de govend gerandine, bi îdiaya ku “propagandaya rêxistinê” kirine hatine binçavkirin.    Zarokê bi navê M.Y. ku di nav kesên hatin binçavkirin de bû duh bi şev ji aliyê dozgeriyê ve bi şertê kontrola edlî hate berdan. Dema binçavkirina kesên di bin çavan de tên ragirtin jî hate dirêjkirin. 6 kesên ku di bin çavan de ne dê roja duşemê bibin edliyeyê.