Xizmên Windayan li aqûbeta windayan û li faîlan pirsîn 2024-08-24 11:01:25 NAVENDA NÛÇEYAN - Xizmên Windayan û ÎHD’a Amedê li aqûbeta Mehmet Ertak pirsîn û xwestin faîl bên darizandin. Li Êlihê jî li aqûbeta Abdurrahîm Demîr hat pirsîn. Li Colemêrgê jî li faîlên Abdûlrezak Erdogan hat pirsîn.  Xizmên Windayan û rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di hefteya 811’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşûyolû li dar xistin. Xizmên windayan û endam û rêveberên ÎHD’ê tev li çalakiyê bûn û wêneyên windayan hildan.    ‘DESTHILATDARIYÊ ÇAV Û GUHÊ XWE GIRTIYE ‘   Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz di destpêka çalakiyê de axivî û got: “Meha tebaxê û sal 2024 e, em li vir hê jî dibêjin windayên me hene û dixwazin aqûbeta windayan bê lêkolînkirin. Lê em bi desthilatdariyek ku çav û guhê xwe li daxwazan girtiye re rû bir û ne. Em dixwazin winda bên dîtin û faîl bên darizandin.”    Piştî axaftina Yilmaz, vê hefteyê serpêhatiya Mehmet Ertak ê di 20’ê tebaxa 1992’yan de li Şirnexê dema ji kar vedigeriya, hat binçavkirin û carek din agahî jê nehatin girtin, hat xwendin.    SERPÊHATIYA MEHMET ERTAK    Endama Desteya Rêveberiya ÎHD’a Amedê parêzer Berfîn Elçî serpêhatiya windakirina Mehmet Ertak xwend. Elçî diyar kir ku bavê 4 zarokan Mehmet Ertak ê 32 salî li gundê Rezuk ê bi ser Şirnexê ve dijiya û wiha got: “Mehmet Ertak di kanekê komirê de dixebitî. Berê 2 caran hatibû binçavkirin û îşkenceyên giran lêhatibûn kirin. Ertak di 18’ê tebaxa 1992’yan de, bi 3 xizmên xwe yên di kanê de dixebitîn re, piştî kar vedigerin malê. Wesayîta wan li nuqteya kontrolê tê rawestandin û kontrola nasnameya wan tê kirin. Piştî kontrolakirina nasnameyê Mehmet Ertak tê binçavkirin û wî dibin Midûriyeta Polîsan a Şirnexê. Li ewlekariyê, girtekên binçavkirina Ertak tên girtin. Lê dema ku malbat serî li midûriyetê dide, ji malbatê re tê gotin ku Mehmet Ertak ne di binçavan de ye.”    ENDAMÊN JÎTEMÊ QALA HER TIŞTÎ DIKIN    Berfîn Elçî got tevî ku endam û rêveberên JÎTEM’ê li xwe mikûr tên û dibêjin ku Mehmet Ertak ji aliyê Midûriyeta Polîsan a Şirnexê ve hatiye kuştin jî lê ev 32 sal in agah3i ji Mehmet Ertak nayê girtin û cenazeyê wî jî nehatiye dîtin.    DMME TIRKIYEYÊ MEHKÛM DIKE JÎ LÊ DÎSA NAYÊ DÎTIN    Elçî bal kişand ser lêgerîna malbatê û wiha got: “Bavê Ertak, Îsmaîl Ertak serî li dozgeriyê dide. Lê bi tu awayî agahî ji Ertak nayê girtin. Hemû serlêdan û lêgerînên malbatê bêencam dimînin. Dûre malbat serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dide. Parêzerê malbatê Tahîr Elçî xwe amade dike ku li DMME’yê parastina Mehmet Ertak bike, lê polîs bi ser buroya wî de digirin û dest datînin ser dosyeya dozê. Tahîr Elçî yê wê demê tê binçavkirin bi miameleya xerab re rû bi rû dimîne û tê îşkencekirin. Lê DMME’yê dîsa jî berpirsê mirina Mehmet Ertak hikûmet û dewleta Tirkiyeyê nîşan dide û Tirkiyeyê mehkûm dike”.    Piştî xwendina serpêhatiya windakirinê ji bo bîranîna Mehmet Ertak û hemû windayan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.    ÊLIH    Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’a Êlihê jî bi heman armancê li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li serê Cadeya Gulistanê di hefteya 647’emîn de çalakî li dar xist. Xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan tev li çalakiyê bûn.    Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD'a Êlihê vê hefteyê li aqûbeta Abdurrahîm Demîr ê di 17'ê tebaxa 1995'an de li navçeya Qosera Mêrdînê diçû Edeneyê hat revandin û tu agahî jê nehat girtin, pirsîn. Rêveberê ÎHD'ê Reşît Çetînkaya metna serpêhatiya windakirina Demîr xwend.      Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.    COLEMÊRG    Şaxa ÎHD’a Colemêrgê jî çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” di hefteya 137’emîn de li Kolana Hunerê ya Geverê berdewam kir. Di çalakiyê de pankarta “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” hat vekirin û wêneyên windayan hatin hilgirtin. Aktivîstên mafên mirovan, malbata Erdogan û nûnerên rêxistinên sivîl beşdarî çalakiyê bûn.    Aktivîstên mafên mirovan vê hefteyê li faîl ango kujerên Abdûlrezak Erdogan ê ku li navçeya Şemzînan a Colemêrgê hatibû qetilkirin, pirsîn.   ‘FAÎLAN CIL Û BERGÊN HERÊMÎ LI XWE DIKIRIN’   Metna daxuniyê Rêvebera ÎHD’ê Pinar Yilmaz xwend. Yilmaz di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku li Şemzînanê ‘bajarê pêkanînên taybet’ hema bêje ne mimkûn e ku meriv behsa rêgezên qanûnî bike. Yilmaz da zanîn ku tam di rewşeke wiha de Abdulrezak Erdogan di mala xwe de hat qetilkirin û kiryarê ku hemû gund wî nas dikir, hat parastin. Yilmaz axaftina xwe wiha domand: “Yek ji bersûcên êrişa bombeyî ya 9'ê Mijdara 2005'an a li Pirtûkxaneya Umut a Şemzînanê Alî Kaya, gelek caran Erdogan li cem xizmên wî tehdîk dikir. Di 16'ê tîrmeha 1999'an de komek bi cil û bergên herêmî nîvê şevê hatin gund. Komê axaftinên wekî 'em ê ji vir herin, ev mal e, baş lê binêre' kirin û hatin mala Abdulrezak Erdogan. Xanî ji axê û yek qat bû û ode jî nêzî erdê bûn. Şevê derdora saet 02:00’an de Abdulrezak Erdogan, ferq kir ku li derdora malê rewşek heye, perdeya li kêleka rakir. Wê demê kesên li ber pencereyê bi 7 guleyan Erdogan qetil kirin. Dema ku malbata Erdoganê ku di nav nivînên wî de di nava xwînê de mabû ber bi derî ve zivirî, kesên bi cil û bergên herêmî, lê çîzmeyên leşkerî li lingan bûn hewl dan birevin.”   ‘TI LÊPIRSÎN NEHATIN DESTPÊKIRIN’   Yilmaz anî ziman ku hemû gundî rabûn ser piyan û kesên direvin teşhîs kirin. Yilmaz diyar kir ku tevî ku ambûlans û rayedar hatin agahdarkirin jî, danê sibehê saet di 6'an de cendirme hatin malê û got: “Hemû qalikên guleyan li erdê hatin komkirin, cenaze bi hinceta dê otopsî bê kirin ji malê derxistin û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şemzînanê. Cenaze bêyî ku otopsî lê bê kirin radestî malbatê hate kirin. Piştre timûtim peyamên gefxwarinê dihatin malê. Di peyamê de wiha dihat gotin, 'Vê bûyerê bigirin, heke kesek bixwaze yan jî lêkolîn bike dê weke Ebdulrezak biqede’. Ji bo Abdulrezak Erdogan ê ku di mala xwe de bi 7 guleyan hat qetilkirin, ti lêpirsîna edlî nehat kirin, bi malbata wî re hevdîtin nehat kirin, ji kesî nehat pirsîn ka kê kiriye û tu carî doz nehat vekirin.”   ‘PEYWIRA ME TÊKOŞÎN E’   Herî dawî xalê Ebdulrezak Erdogan Seferî Yilmaz axivî û da zanîn ku dewletê li Kurdistanê kesên mûxelîf bi awayekî ‘kiryar nediyar’ qetil kiriye. Yilmaz diyar kir ku xwarziyê wî Abdulrezak Erdogan ku mirovekî bêguneh bû, jî bi vî awayî hatiye qetilkirin û wiha got: “Heke cînayetek normal ba, niha vê dewletê 40 caran kiryar derxistibûn holê. Lê mixabin tevî hemû delîlan jî ti lêpirsîn nehatiye destpêkirin. Weke hemû cînayetên din ên ‘Kiryar nediyar’ dosyaya xwarzayê min jî rakirin refên tozgirtî. Peywira me jî ji bo derxistina rastiyan têkoşîn e.”    Piştî daxuyaniyê deqeyek çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û çalakiya vê hefteyê bi dawî bû.