Heman dadgehê derbarê du serlêdanên cuda de biryarên cuda dan 2024-08-24 10:23:06 ENQERE - Dadgeha ku ji îtîraza Sedat Atsiz ê piştî 30 salan berdana wî du caran hate taloqkirin û parêzerê wî ya ji biryarên lijneyê re cuda cuda bersiv dan xwe derewand. Îtîraza ku dozger ji biryara erênî re kir hate qebûlkirin û biryara neyînî hate bi cih anîn.  Sedat Atsiz ê li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê tê ragirtin di sala 1994’an de ji ber sedemên siyasî li Stenbolê hate binçavkirin. Li Atsiz ê li Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) hate darizandin bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparebûna dewletê” cezayê hefsê yê muebedê hate birîn. Atsiz ê ji 31’ê adara 1994’an ve li girtîgehê tê ragirtin li Girtîgehên Mûş, Tekîrdag, Amed û Bolûyê hate ragirtin.    FERZKIRINA POŞMANTIYÊ    Berdana Atsiz ê di 1’ê adara 2024’an de cezayê lê hatiye birîn xelas kir, ji ber ferzkirina poşmantiyê ya Lijneya Îdare û Çavdêriyê qebûl nekiriye 3 mehan hate taloqkirin. Di civîna ku Lijneya Çavdêrî û Îdareyê piştî sê mehan di 3’yê hezaranê de pêkanî de jî biryar hate dayîn ku pûanên demê yên Atsiz 46.5’in û di “rewşeke baş” de ye. Di civîna lijneyê de hate destnîşankirin ku Atsiz xwediyê tecrubeyên çareserkirina pirsgirêkan e û rêjeyeke kêm e ku dîsa “sûc” bike û zirarê bide civakê.    HATE ÎDIAKIRIN KU LI GORÎ TEDBÎRÊN TESARUFÊ TEVNEGERIYA YE   Lijneya ku di 5’ê hezîranê de kom bû, îdia kir ku Atsiz di 12’ê adarê de bi roj ceyrana qawişa lê dimîne vekirî hiştiye û li gorî “bergiriyên teserûfê” tevnegeriya ye. Lijneyê cezayên dîsiplînê yên beriya niha li Atsiz hatibûn birîn û înfaza wan hatibû xelaskirin weke hincet nîşan dan û vê carê berdana wî 6 mehên din taloq kir.    ÎTÎRAZA EWIL NEHATE QEBÛLKIRIN    Li ser biryarê parêzerê Atsiz Ûlaş Adiyaman, îtîrazî Dadgeha Înfazê ya Bolûyê kir. Dadgeha ku di 14’ê hezîranê de îtîraza Adiyaman nirxand, îdia kir ku biryara Lijneya Çavdêrî û Îdareyê daye “li gorî ûsûl û qanûnan e” û îtîraza Adiyaman qebûl nekir.    CARA DUYEMÎN BIRYAR DA   Atsiz jî her wiha serî li Dadgeha Înfazê da. Dadgeha ku di 2’yê tîrmehê de serlêdana Atsiz nirxand, tespît kir ku Lijneya Îdare û Çavdêriyê daneyek û nirxandineke şênber a têkildarî binpêkirina Atsiz a  rêgezên ku tê îdiakirin ji bo ewlehiya girtîgehê hatine danîn ne daniye holê. Dadgehê anî ziman ku lijneyê diyar nekiriye ku Atsiz mafên xwe bi niyeteke baş bikaranîne an jî bikarneanîne û wiha got: “Li gorî bernameyên başkirinê yên tên pêkanîn, gelo amade ye ku tev li civakê bibe, gelo metirsiya jinûve tawanbarkirinê û zirardayîna kesekî din kêm e, bêyî ku bi zelalî nîşan bide ka biryar li ser kîjan biryarê ye, bêyî ku bi awayekî berçav bê şirovekirin û bêyî ku bi awayekî şênber nîqaş bikin ku ji kîjan delîlan re çima qenaeta başiyê hatiye dayîn biryara ne di rewşeke baş de ye hatiye dayîn.”   ÎTÎRAZ QEBÛL KIR    Dadgehê, da zanîn ku biryara derbarê Atsiz de dê rêgeza ewlehî û misogeriyê xera bike. Dadgehê bi van hincetan lijne neheq kir û îtîraza ku Atsiz bi riya giliyê kirî qebûl kir.    DADGEHÊ HINCET JI NEDÎTÎ VE HAT   Serdozgeriya Komarê li dijî vê biryara dawî ya dadgeriyê daye îtîraz kir. Piştî îtîrazê 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Bolûyê ku li dosyayê dinêrî, di 6’ê tebaxê de biryara xwe da. Dadgehê tespîtên dadgeriyê ji nedîtî ve hat û bêyî ku hincetekê nîşan bide îtîraz qebûl kir û biryara dawî ya dadgehê ya ji bo başiya Atsiz hatibû dayîn betal kir.    BÊHIQÛQÎ BIR MECLISÊ    Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Şirnexê Newroz Ûysal Aslan a geşedanên heyî ji nêz ve şopandin, bi serlêdana kir ev rewşa dualî û bêhiqûqî bir Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê (ÎHÎK). Ûysal di serlêdanê de bal kişand ser tiştên qewimîn û anî ziman ku mafê azadiyê yê Atsiz hatiye xespkirin.    BANGA KU BIKEVIN NAVA LIV Û TEVGERÊ    Ûysal a di serlêdanê de bal kişand ser rewşa tenduristiyê ya Atsiz bi lêv kir ku Atsiz ê nexweşiya wî ya dil heye beriya niha ji rûviyên xwe û apandîsîtê emeliyat bû û da zanîn ku gelek nexweşiyên wî yên weke gurçik, mîde û prostatê hene.    Ûysal, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Ji ber van sedeman û ji bo mafê xwe gihandina tedawiyê ya girtî û bêhiqûqî ji holê bên rakirin divê demildest bikevin nava liv û tevgerê.”   PÊŞNIYAZPIRS PÊŞNIYARÊ MECLISÊ KIR    Ûysal, her wiha bi daxwaza ku Wezareta Dadê bibersivîne pêşniyazpirsek da Meclisê. Ûysal di pêşniyazpirsê de îşaret bi lambeya vekirî ku ji taloqkirina berdanê re weke hincet hate nîşandan û ev pirs pirsîn: “Derbarê bûyerê de tu girtek hatine girtin? Ev hevdîtin saet di çendan de hatiye kirin? Çawa hatiye tespîtkirin ku girtî bi saetan an jî tenê kêliyekê lambe vekiriye? Her wiha dîmenên kontrolkirina gardiyanan ên vê saetê di destê we de hene? Wijdanî û hiqûqî ye ku rewşeke wiha bikin sedemê taloqkirina berdanê?”   Di pêşniyazpirsê de ev pirs hatin pirsîn:    “* Ji bo cezayên dîsiplînê yên hatine înfazkirin bibe sedema taloqkirina berdanê ya girtî, bingeheke hiqûqî heye, heke hebe çi ye?   * Biryara di rewşeke baş de ye ku Lijneya Çavdêrî û Îdarî di 3’yê hezîrana 2024’an de bi yek dengî wergirt, çima û çawa piştî 2 rojan anku di 5’ê hezîrana 2024’an de veguherî biryareke berovajiyê wê? Hûn difikirin ku têkildarî vê biryara veguheriye berovajiyê biryara din lêpirsînekê vekin?   * Ji bo lijneyên çavdêrî û îdare yên bi biryarên dijhiqûqî û keyfî azadiya girtiyan xesp dikin ji holê rakin xebateke we heye?    * Dadgeriya Înfazê ya Bolûyê ku serlêdana Sedat Atsiz qebûl dike çawa serlêdana parêzeran a bi heman naverokê qebûl nake? Weke Wezîrê Dadê hûn dikarin têkildarî vê rewşa heyî tiştekê bêjin?   * Têkildarî tedawî û rewşa tenduristiyê ya Sedat Atsiz di destê we de daneyên çawa hene?  Ji bo rakirina pêkanînên bi armanca astengkirina mafê tedawiyê yê girtiyan, însiyatîfên berê û niha yên çalak ên wezareta we çi ne?    * Der barê îdîayên pêkanînên li derveyî hiqûqê û astengkirina mafê tedawiyê yê girtiyê nexweş de, li hemberî personelê girtîgehê lêpirsîneke îdarî hatiye destpêkirin? Heke ne hatibe destpêkirin û dikirin ku bidin destpêkirin?   MA / Mehmet Aslan