Welatiyên Amedê ji bo çareseriya pirsgirêkan dawa hilbijartina pêşwext kirin 2024-08-24 09:53:57 AMED - Welatiyên li Amedê diyar kirin ku her roj bandora polîtîkayên şer a li ser krîza aborî xwe nîşan dide û gotin berpirsiyar desthilatdariya AKP-MHP’ê ye û ji bo çareseriyê hilbijartina pêşwext nîşan dan.  Li kolanên Amedê welatî têkildarî krîza aborî û bandora şer a li ser aboriyê ji ajansa me re axivîn û bal kişandin ser polîtîkayên şer û aboriyê.    Alî Yalinkaya da zanîn ku ji ber meaşên wan têra wan nake ew nekêfxweş in. Yalinkaya bal kişand ser polîtîkayên Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan û got: “Mirovan mecbûrî feqîriyê dike û ew bi xwe jî di qesr û qonaxan de dijî. Kî dimire kî dimîne ne di xema wî de ye. Ji serê sibê heta êvarê balafir li ser serê me difirin. Zarokên me dimirin. Pereyên me hemû ji şer re tê xerckirin. Ji roja ku ev zilam hatiye ser desthilatdariyê, şer qet kêm nebûye. Bi şer gelê me nayê qedandin. Divê tavilê ev desthilatdarî were guhertin.”      ‘SEDEMÊ NEKÊFXWEŞIYÊ POLÎTÎKAYÊN DESTHILATDARIYÊ NE’   Mahsum Ekîncî jî da zanîn ku li gorî daneyan Amed bajarek ne bextewar e û sedema vê yekê jî desthilatdariyê nîşan da. Ekîncî diyar kir ku di erdheja 6’ê Sibata 2023’yan de mala wî hilweşiyaye û got ku kes li rewşa mexdûrên erdhejê napirse û meraq nake.    ALÎGIRÊ AKP’Ê JÎ JI DESTHILATDARIYÊ BI GAZIN E    Abdullah Kuzu jî diyar kir ku ew alîgirê AKP’ê ye û wiha got: “Heke aborî nebe, aramî û hezkirin jî tune ye. Wexta ku aborî nebe di nav malê de jî nearamî çêdibe. Ji ber krîza aborî her tim pirsgirêk derdikevin. Sebeba vê rewşa aboriyê hikûmet bi xwe ye. Çareserî hilbijartina pêşwext e. Gel êdî şiyar bûye, Desthilatdarî bixwaze jî nexwaze jî wê êdî biguhere.”    ‘SEDEMÊ FEQÎRIYÊ POLÎTÎKAYÊN ŞAŞ IN’    Zekî Alaca yê li parkê rûniştibû û simît dixwar jî gazinên li dijî aboriyê anî ziman û got: “Mirov nikarin karekî bibînin. Nikarin bizewicin. Bêbextewarî û feqîrî di xwarina simît de jî diyar nabe? Hinek zengîn dibin hinek jî ji birçîna dimirin. Sedemê vê feqîriyê hemû polîtîkayên şaş in.”    Can Aytaç jî anî ziman ku ji ber krîza aborî ya ku pêk tê Amed jî bûye yek ji wan bajarên nebextewar. Aytaç got ku betalî û bêçaretiya mirovan dike ku mirov êdî ne şanaz bin. Aytaç destnîşan kir ku ji sedemên ku Amed ne bajarekî bextewar e li gel pirsgirêkên aboriyê sedemek jî ew e ku 8 sal bûn bajêr ji aliyê qeyûm ve dihat birêvebirin û ev yek bandorê li ser xelkê dike.    NEWEKHEVÎ Û BÊEDDALETΠ   Nazîme Guler jî da zanîn ku newekhevî û bêedaletî li welat heye û got: “Tenê sedemek heye ku em ne şanaz in, ew jî aborî û betalî ye.”    Rewşan Dag jî diyar kir ku betalî dike ku ciwan nekêfxweş bin û ji ber nebûna kar û têkçûna aboriyê kesek ne bextewar e. Dag anî ziman ku gelek ciwan ji ber betaliyê ketine nava torên tiryakê û ji ber vê tên girtin û got ku ji bo kurdan derfeta kar nayê pêşkêşkirin.    ‘BERPIRSIYAR DESTHILATDARÎ YE’    Yilmaz Ersoz jî destnîşan kir ku ji ber tengasiyên aboriyê êdî tehamula mirovan nemaye û nîqaşa herî biçûk jî vediguhere şer û rê li ber cînayetan vedike. Ersoz bal kişand ser rewşa aboriyê û got: “Sedemê xerabûna aboriyê desthilatdariya heyî ye. Destilatdar di bin navê tesarûfê de serwîsa karkeran radike, lê di bin wan de wesayîtên bi milyonan lîre ku tên kirîn hene.”    'DIVÊ HILBIJARTINA PÊŞWEXT BIBE’    Recep Toprak jî destnîşan kir ku ew nikare hewcedariyên mal û zarokên xwe dabîn bike û wiha got: “Dema hewcedariyên mirovan neyên dabînkirin, ev jî rê li ber nebextewariya mirovan vedike. Heke ku ev desthilatdarî ji welatiyan re bibe alîkar wê rewşa welat baş bibe. Divê tavilê hilbijartina pêşwext bê kirin û divê ev desthilatdarî bê guhertin.”