Ji bo Demîrê mewlûd hat dayîn 2024-08-23 20:39:07   MÊRDÎN- Ji bo rojnameger Emîne Demîr ku jiyana xwe ji dest dabû, malbata wê li Qoserê li cihê sersaxiyê bi tevlibûna gelek kesî mewlûd da.    Xwediya Îmtîyazê ya rojnameya Azadiya Welat a tekane weşana bi kurdî dikir û Midûra Karên Nivîsê ya rojnameyê Emîne Demîr (Rosîda Mêrdîn) ku rojname di sala 2016’an de bi Biryarnameya Hikmê Qanûnê (KHK) hate girtin, bi du hevalên xwe re di 17’ê  Adarê de jiyana xwe ji dest da. Îro ji bo Demîrê li Qoser a Mêrdînê mewlûd hat dayîn.