‘Êrişa li dijî rojnamevanan, terora dewletê ye’ 2024-08-23 16:33:09   NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamenterê Herêma Kurdistanê yê Berê Omer Gulpî anî ziman ku êrişa Tirkiyeyê ya li dijî rojnamegeran ji terora dewletê pêdetir tiştek nîn e.    Tirkiyeyê îro wesayîta rojnamevanan li Silêmaniyê bombebaran kir. Di encama êrişê de 2 rojnamevanên jin jiyana xwe ji dest dan, 6 rojnamevan jî birîndar bûn. Nerazîbûnên li dijî êrişa Tirkiyeyê her ku diçe zêdetir dibin. Parlamenterê berê yê parlamentoya Herêma Federe ya Kurdistanê Umer Gulpî debarê êrişê de daxuyaniyek parve kir.   Umer Gulpî destnîşan kir ku hedefgirtina du xebatkarên kanala Stêrk TV a li Seyîdsadiqê, ji bilî terora dewlet ya li dijî xelkê sivîl bêhtir tişteke din nîn e. Gulpî diyar kir ku divê rayedarên bilind yên Iraq û Herêma Federe ya Kurdistanê li ser van êrişan dengê xwe derbixin û got ku divê rayedar rê nedin balafirên bê mirov hîn zêdetir li Herêma Kurdistanê tirsê belav bikin.