Rêveberê Produksiyona Chatrê: Destek reş ê navxweyî bû sedema şehîdxistina her du rojnamevanan 2024-08-23 15:01:37 NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberê Giştî yê Produksiyona Chatrê Kemal Heme Reza destnîşan kir ku destek reş ê navxweyî û destek îstîxbaratî bû sedem ku dewleta tirk van her du rojnamevanan qetil bike.    Balafirên şer ên  Tirkiyeyê di saetên nîvro de li navçeya Seyîdsadiq ya bi ser Silêmaniyê ve wesayîta rojnamevanan bombebaran kir. Di encama êrişê de rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn jiyana xwe ji dest dan. Rojnamevan Rêbîn Bekir (30) ê ji Silêmaniyê jî ku Berpirsê Medya Dijîtal yê Produksiyona Chatrê jî birîndar bû.   'HER SÊ KES JÎ ROJNAMEVAN IN'    Rêveberê Giştî yê Produksiyona Chatrê Kemal Heme Reza der barê êrişê de daxuyaniyek ya çapemeniyê li dar xist. Kemal Heme Reza wiha got: “Bêguman di encama destekê reş ê navxweyî û destek îstîxbaratî de, îstîxbarata dewleta Tirk her du rojnamevanan şehîd xist. Beşek ji dezgehên ragihandinê yên xapandinê belav kirine ku her sê kesên bûne qurbanî şervanên PKK’ê ne. Ew her sê kes rojnamevan in û ti pêwendiya wan bi siyasetê re nîne.”   Kemal Heme Reza da zanîn ku bi taybet dixwazin destnîşan bikin ku Gulistan Tara xelkê Batman ya bakurê Kurdistanê ye û 3 sal bû bi awayekî azadane li Produksiyona Chatrê karê rojnamevaniyê dikir.   Kemal Heme Reza der barê Hêro Behadîn de jî got: “Hêro Behadîn li Silêmaniyê ji dayîk bûye û xelkê gundê Tîmarin bû. Her wiha Rêbîn Bekir jî ku di êrişê de birîndar bû bi heman şêweyî xelkê bajarê Silêmaniyê ye.”   Kemal Heme Reza herî dawî bang li her kesî kir ku bi eşkerekirina rastiyan li dijî van dezgehên xapandinê hişyar bin.    'BÊDENGÎ SIVÎLAN DIKUJE'    Rêveberê Navenda Metro Rehman Xerîb jî axivî û wiha got: “Di pileya yekem de sedema ku destê dewleta Tirk a dagirker vekiriye û bombebaranan berdewam dike, bêdengiya hikûmeta Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ku rojnamevan û sivîlan şehîd dixe. Bêdengiya hikûmeta Iraqê û Herêmê sedema berdewambûna bombebaran û dagirkeriya dewleta Tirke. Wek tê zanîn dewleta Tirk nêzîkî 50 km hatiye nav Herêmê û rojane welatiyên sivîl dike hedef.”   'ROJNAMEVAN NE XWEDÎ ÇEK Û HÊZ IN'    Serokê Şaxa Sendîkaya Rojnamevanên Herêma Kurdistanê ya Silêmaniyê Karwan Enwer jî di daxuyaniyê de axivî û wiha got: "Mixabin îro du rojnamevan şehîd bûn. Em vê êrişa li ser rojnamevanan bi tundî şermezar dikin. Li gorî yasaya navnetewî divê rojnamevan ji hemû qeyranan dûr were xistin, ger di nav şer de jî bin, nabe rojnamevan bên hedef girtin. Em ê bûyera îro bigihînin hemû rêxistin û federasyonên navneteweyî. Em hêvî dikin ku ev karesata dawî ya dijî rojnamevanan be, ji ber ku rojnamevan ne xwedî çek û hêz in. Lê ger agir gihişt me, divê em jî xwedî helwest bin da ku carek din bi vî awayî rojnamevan nebin qurbanê pirsgirêkên li herêmê.