Şukru Akbaş piştî 30 salan hat berdan: Têkoşîn berdewam dike 2024-08-23 14:43:24 KOCAELÎ - Şukru Akbaş ê ku piştî 30 salan ji girtîgehê hat berdan got: “Têkoşîn berdewam dike.”    Şukru Akbaş di sala 1994’an de li Şirnexê tê girtin. Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) bi îdiaya, “yekitî û tevpariya dewletê xera kiriye” cezayê muebedê li Akbaş dibire.    Akbaş ê ku cezayê wî qediya ji Girtîgeha Jimara 2’yan a Tîpa F a Kocaleiyê kul ê girtî hat berdan. Akbaş ê ku di 27 saliya xwe de hat girtin di temenê xwe yê 57 salî de ji girtîgehê derket û heta niha li gelek girtîgehan girtî maye. Malbata Akbaş û rêveberên Komeleya Malbatên Girtiyan (MATUHAYDER) wî li ber deriyê girtîgehê pêşwazî kirin.    ‘TÊKOŞÎN BERDEWAM DIKE’    Akbaş li ber girtîgehê axaftinek kurt kir û got: “Helbet berdana piştî 30 salan kêfa mirov tîne lê belê ji ber ku pirsgirêkên giştî didomin û hevalên min li wir man, kêf û kelecan nîn e. Rewşa welat di nav de ye, li holê ye. Pêvajoyek bû hat serê me û me bedela wê da. Pêvajo didome. Helbet têkoşîna me jî didome.”    Akbaş û malbata xwe paşê li wesayîtên xwe siwar bûn û berê xwe dan bajarê Edeneyê ku malbata wî lê dimîne.