Navên rojnamevanên di êrişê de hatin qetilkirin eşkere bû 2024-08-23 13:46:26 NAVENDA NÛÇEYAN - Navê rojnamevanên di êrişa li Silêmaniyê de canê xwe ji dest dan eşkere bû. Hat zanîn ku rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn jiyana xwe ji dest dan e. Rêbîn Bekîr jî di êrişê de birîndar bû.    Balafirek biçek û bêmirov (SÎHA) a Tirkiyeyê li navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyeyê, wesayîta kedkara çapemeniya azad bombebaran kiribû. Di encama êrişê de 2 rojnamevan canê xwe ji dest dabûn û 6 rojnamevan birîndar bûn.    Navê rojnamevanên canê xwe ji dest dan eşkere bû. Hat zanîn ku rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn di encama êrişê de jiyana xwe ji dest dane.    DU KEDKARÊN ÇAPEMENIYA AZAD    Hêro Behadîn di şirketa Produksiyona Chatrê de rojnamevaniyê dikir. Gulistan Tara jî ji bajarê Batmanê ya bakurê Kurdistanê ye û ew ji salên 2000'î ve wek kedkarek Çapemeniya Azad li gelek bajarên bakurê Kurdistanê û beşên din ên Kurdistanê rojnamevaniyê kir.    Rêbîn Bekir   BERPIRSÊ MEDYA DÎJÎTAL Ê CHATRÊ JÎ BIRÎNDAR BÛ    Her wiha hat zanîn ku Berpirsê Medyaya Dîjîtal a Produksiyona Chatrê Rêbîn Bekir ê 30 salî jî di êrişê de birîndar bûye û li gorî agahiyan li nexweşxaneyek Silêmaniyê tê tedawîkirin û hat gotin rewşa wî baş e.