Wesayîta rojnamevanan hate bombebarankirin: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan 2024-08-23 11:45:55 NAVENDA NÛÇEYAN - Hate diyarkirin ku balafireke dewleta tirk li navçeya Seyîdsadiq ya ser bi Silêmaniyê ve, wesayîtek rojnamevanên kurd bombebaran kiriye. Di êrişê de 2 rojnamevanan jiyana xwe ji dest da û 6 rojnamevan jî birîndar bûn.      Li gorî nûçeya Rojnewsê wesayîtek ku tê gotin rojnamevan têde bûn, li navçeya Seyîdsadiq ya ser bi Silêmaniyê ve, ji aliyê balafira dewleta tirk ve hatiye bombebaran kirin.      Li gorî agahiyên destpêkê di êrişê de du rojnamevanan jiyana xwe ji dest da û 6 jî birîndar bûne.         Hûrgiliyên nûçeyê tên....