Li Stenbol û Mêrdînê serdegirtinên malan: Hevserokên DEM Partiyê hatin binçavkirin 2024-08-23 10:48:56   STENBOL/MÊRDÎN - Hevserokên DEM Partiyê yên Esenyûrtê Rojda Yilmaz û Abdullah Arina hatin binçavkirin. Li Mêrdînê jî di serdegirtinên malan de 7 kes hatin binçavkirin.    Li Stenbolê polîsan bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinên malan Hevserokên Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Esenyûrtê Rojda Yilmaz û Abdullah Arîna jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.    Sedemê binçavkirina wan nehate zanîn.    MÊRDÎN   Li navçeya Şemrex a Mêrdînê di saetên serê sibê de bi ser gelek navnîşanan de hate girtin. Di serdegirtinên malan ên leşker û polîsan de herî kêm 7 kes hatin binçavkirin. Kesên hatine binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Mêrdînê.    Navên hin kesên hatine binçavkirin wiha ne: Mahmût Demîr, Abdullah Demîr û Şenol Şan. Hate zanîn ku 7 kesên hatine binçavkirin bi “propagandaya rêxistinê” tên sûcdarkirin.