Li ser rêya Kerkuk û Hewlêrê qeza çêbû: 4 kes mirin 2024-08-23 10:14:55   NAVENDA NÛÇEYAN - Di qezaya ku li ser rêya bejahî ya Kerkuk û Hewlêrê çêbû de 4 kesan jiyana xwe ji dest da.    Di saetên serê sibê de li ser reya bejahiyê ya Kerkuk û Hewlêrê 3 wesayîtan li hev dan û qeza çêbû. Di qezayê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan. Hate diyarkirin ku li gel qezayê agir bi wesayîtan ketiye.    Cenazeyê kesên di qezayê de jiyana xwe ji dest dan bi ambûlansan birin morga nexweşxaneyê.