Li Rihayê jinek hat qetilkirin 2024-08-22 20:09:42   RIHA - Li gundê Gogan ê navçeya Xelfetî ya Rihayê kesê bi navê Gafarî Çolak hevjîna xwe ya bi navê Gulîzar Çolakê qetil kir.   Li gundê Gogan ê navçeya Xelfetî ya Rihayê kesê bi navê Gafarî Çolak (60) hevjîna xwe ya bi navê Gulîzar Çolak (59) bi çekê qetil kir. Gulîzar Çolak a bi giranî birîndar bûyî, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Çolakê ji bo otopsiyê rakirin morga girêdayî Saziya Tiba Edlî ya Rihayê.   Hat zanîn ku Gafarî Çolak beriya bûyerê li gundê Derto ê Xelfetiyê kesê bi navê Nûh Kartal (50) jî bi hinceta nelihevkirinê bi çekê kuştiye.    Gafarî Çolak piştî bûyerê hate girtin û ew şandin Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Rihayê.