Serdana şîna Demîr bi girseyî hate kirin 2024-08-22 16:32:33   MÊRDÎN - Serdana şîna kedkara Çepemeniya Azad Emîne Demîrê ya li Qoserê bi awayekî girseyî hate kirin.    Xwediya Îmtîyazê ya rojnameya Azadiya Welat a tekane weşana bi kurdî dikir û Midûra Karên Nivîsariyê ya rojnameyê Emîne Demîr (Rosîda Mêrdîn) ku rojname di sala 2016’an de bi Biryarnameya Hikmê Qanûnê (KHK) hate girtin, bi du hevalên xwe re jiyana xwe ji dest da. Ji bo Demîrê li navçeya Qoserê şîn hate danîn. Şîna Demîrê bi awayekî girseyî hate ziyaretkirin.    Serdan bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên di Dergûşa Şaristanê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) hate kirin. Dayikên Aştiyê û gelek kes tev li serdana şîna Demîrê bûn. Şande bi berzkirina dirûşma “Şehîd namirin” hate li cihê şînê.    Şandeya ji hêla malbata Demîr ve hatiye pêşwazîkirin, sersaxiya malbatê xwest.