Çalakiya Malbata Şenyaşar: Dê bi serokkomar re hevdîtin were plansazîkirin 2024-08-22 16:15:46   ENQERE - Malbata Şenyaşar a li pêşiya Meclisê çalakiya xwe didomîne destnîşan kir ku daxwaza wan a hevdîtina bi Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan re hebû, ev daxwaz hatiye bersivandin û da zanîn ku ji ber ew îqna nebûne, dê çalakiya xwe bidomînin.    Xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana 2018’an de du kurên û hevjînê Emîne Şenyaşarê qetil kirin. Emîne Şenyaşar, bi daxwaza pêkanîna edaletê, çalakiya xwe ya li pêşiya Serokatiya Meclisê daye destpêkirin, domand.    ‘KARÊ MECLISÊ LÊKOLÎN Û VENÊRÎN E’   Ferît Şenyaşar ê bi dayika xwe re li ser pêlekanên Deriyê Şerefê yê Meclisê rûniştiye û pankarta “Edalet” vekiriye wiha got: “Dayikek bi mendîla spî ya di destê xwe ve edaletê dixwaze. Di pêkanîn edaletê de Wezareta Edaletê lewaz ma. Em ji bo di vê dozê de edalet were pêkanîn, hatin li pêşiya Meclisê. Karê Meclisê ne tenê çêkirina qanûnan e. Karê Meclisê lêkolîn û venêrîn e. Heke Meclis di vê mijarê de ji dil be, bila Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê bicivîne û vê komkujiyê lêkolîn bike.”    LÊVEGERÎNA SEROKKOMARIYÊ   Şenyaşar da zanîn ku yên edaletê pêk neynin jî di bi tewanbariyê de dimînin û axaftina xwe wiha domand: “Em dixwazin rayedar karê xwe bikin. Îro ji rêveberiya Meclisê vegerek li me çêbû. Bi şêwirmendekî Serokkomar re hevdîtin pêk anîne. Anku dê bi Serokkomar re hevdîtinek were plasazîkirin. Vê yekê ji me re gotin. Lê belê ev gotin me îqna nekir. Heke dê randevuyek were dayîn divê dîrok were zelalkirin. Dema dîrok zelal bû em ê çalakiya xwe bi dawî bikin.”   XWESTIN ÇALAKIYÊ BI DAWÎ BIKIN   Dema malbat çalakiya xwe didomand Sekreterê Giştî yê Meclisê Talîp Ûzûn hat li cem malbatê û xwest malbat çalakiya xwe bi dawî bike. Ûzûn ê bi Emîne Şenyaşar bi kurdî axiviye got ku çalakî zirarê dide daxwaza hevdîtina ya bi Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan re. Ûzûn piştre bi Ferît Şenyaşar re bi taybetî hevdîtinek kir. Ûzûn diyar kir ku Serokkomar Erdogan dê roja duşemê were li Enqereyê û xwest Şenyaşar heya roja duşemê navberê bide çalakiya xwe. Ûzûn got ku heke ew hevdîtinê pêk neynin jî Şenyaşar cadin dikarin werin li cihê çalakiyê rûnin.”    DAYIK TEVÎ HEMÛ DAXWAZAN RANEBÛ   Tevî daxwazên Ûzûn dayik Emîne Şenyaşar ji cihê xwe renebû. Dema Ûzûn ji cihê çalakiyê dûr ket vê carê reyedarên Meclisê xwestin Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar bi darê zorê ji cihê rûniştine rakin. Di van kêliyan de dayik Şenyaşar qetlîama li wan hatiye kirin vegot. Dayik Şenyaşar tevî hemû israran, cihê çalakiyê neterikand.