Bertekê nîşanî Mansûr Yavaş da: Hûn şaredarê kujerên sewalan in? 2024-08-22 16:13:19   ENQERE - Parazvanên mafên sewalan, bertek nîşanî polîtîkayên Şaredarê Bajarê Mezin ê Enqereyê Mansûr Yavaş ên li dijî sewalan dan û ev pirs kirin: “Hûn şaredarê gelê Enqereyê ne an jî kujerên sewalan in?”   Înîsiyatîfên Qanûna ji bo Jiyanê û Sewal, Jiyan, Azadî çalakiyên xwe yên ji bo paşve kişandin û pêkneanîna qanûna qetilkirina sewalan a ji Meclisê derbas bûyî didomînin. Endamên înîsiyatîfan ên di roja 91’emîn de li ber deriyê Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê (ABB) hatin bahev, ji bo şaredariya CHP’î qanûnê pêk neîne daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “ABB destê xwe ji kolanan û sewalan bikişîne” hate vekirin û dowîza “Zagon nîne kuştin e” hate hilgirtin. Çalakvanan her tim dirûşmeya “Mansûr Yavaş destê xwe ji sewalan bikişîne” berz kirin.    ‘HÛN ŞAREDARÊN KUJERÊN SEWALAN IN?’   Zarîfe Çamalan a li ser navê înîsiyatîfê axivî, anî ziman ku tevî beyana CHP’ê ya “em ê qanûnê pêk neînin” sedemê komkirina sewalan ji ABB’ê pirsî û got: “Hûn şaredarê muxalefetê ne an jî hûn yê AKP’ê û MHP’a ku hûn ji nav hatine ne? Hûn şardarê gelê Enqereyê ne an jî kujerên sewalan in? Em ji vir Şaredarê Bajarê Mezin ê Enqereyê Mansûr Yavaş hişyar dikin, alîgiriya qanûna komkujiyê ya ku ji sedî 85’ê civakê li dijî wê ye nekin.”   Daxuyanî bi çepik û dirûşmeyan bi dawî bû.