Îtîraz li rapora pisporan a şewatê hate kirin: Tê xwestin ku dosya bê girtin 2024-08-22 14:47:32   AMED - Parêzer Mehdî Ozdemîr ê îtîrazî rapora pisporan a têkildarî şewata ku li navçeyên Xana Axpar û Şemrexê derket û 15 kesan jiyana xwe ji dest kir, giliyê pisporan kir. Ozdemîr xwest ku şandeyeke nû ya kesên pispor bê avakirin û raporeke nû bê amadekirin.    Di 20’ê hezîranê de li gundên navçeya Xana Axpar a Amedê û gundên navçeya Şemrex a Mêrdînê şewat derket û 15 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di pêşrapora di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê hatiye destpêkirin de hatiye amadekirin jî hate diyarkirin ku şewat ji ber ceyranê derketiye. Ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Çinarê ve biryar hate dayîn ku têkildarî herêma ku DEDAŞ’ê mudaxileyî dîrekên ceyranê kiribû şandeyeke nû ya pisporan bê avakirin û raporeke nû bê amadekirin.    Piştî demekê şandeya nû ya kesên pispor jî di nav de ku pêşrapor amade kir, li gundê Tobinî yê Xana Axpar ku di 27’ê tîrmehê-4’ê tîrmehê û 10 tebaxê de şewat lê derket lêkolîn kirin. Rapora ku ji aliyê şandeya kesên pispor ve di 14’ê tebaxê de hate amadekirin, li dosyaya lêpirsînê hate zêdekirin. Baroya Amedê îtîrazî rapora kesên pispor a ji 35 rûpelan pêk tê û cih daye nirxandina “Ne pêkane ku bê tespîtkirin şewat ji ber ceyranê derketî ye” kir.    ‘RAPOR BI ARMANCA DEDAŞ’Ê DERXÎNIN PAQIJIYÊ HATIYE AMADEKIRIN’    Di îtîraza ji aliyê yek ji parêzerên baroyê Mehdî Ozdemîr ve hate kirin de, hate bi bîr xistin ku di pêş rapora ewil de hatibû diyarkirin ku sedemê derketina şewatê ji ber têlên ceyranê ye. Ozdemîr, di îtîrazê de da zanîn ku pêş raporên ku saziyan û Midûriyeta Agirkujiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê amadekiri ne jî rapora kesên pispor direwîne. Ozdemîr ê di îtîraza xwe de diyar kir ku berpirsyarê bûyerê DEDAŞ e, xwest ku şandeyeke nû ya ji kesên pispor bê avakirin û raporeke nû bê amadekirin.   GILIYÊ KESÊN PISPOR KIR   Parêzer Ozdemîr giliyê kesên pispor li Serokatiya Lijneya Kesên Pispor a Amedê kir. Di giliyê de hate diyarkirin ku raporên kesên pispor bi temamî ji hev cuda ne, ji pîvanên zanîstî bêpar in, tespîtên ne di cih de hatine kirin û hate xwestin ku ew kes ji lîsteya kesên pispor bên derxistin.    Ozdemîr ê têkildarî rapora hatiye amadekirin û îtîraza hatiye kirin axivî, destnîşan kir ku îhtîmal heye ku rastiya dosyaya lêpirsînê bê berovajîkirin û bi vê raporê dosya bê girtin. Ozdemîr, anî ziman ku dê ji niha û şunde pêvajoya hiqûqî bidomînin.