DEM Partî di 1’ê Îlonê de li dijî şer û tecrîdê aştîxwazan vexwend qadan 2024-08-22 13:40:32   ÎZMÎR - Rêxistina DEM Partiyê ya Îzmîrê li dijî şerên herêmî-kûrewî, dagirkerî û tecrîdê, aştîxwazan di 1’ê Îlonê de vexwend li qadan.    Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bi dirûşma “Em li dijî şer û dagirkeriyê aştiyê, li diî tecrîdê azadiyê biqêrin” li pêşiya avahiyê partiyê daxuyanî da. Parlamenterên Îzmîrê Bûrcûgul Çûbûk, Îbrahîm Akin û gelek nûnerên saziyên tev li daxuyaniyê bûn.    ŞERÊN HERÊMÎ Û KUREWÎ   Hevseroka DEM Partiyê ya Îzmîrê Zehra Vezan Karabûlût di daxuyaniyê de aixivî. Karabûlût destnîşan kir ku ew ê bi boneya gotina “Ji şer re na”  dê li qadan bin û wiha axivî: “Xurtbûna desthilatên rastgir û şerên serweriyê yên di navbera wan de, şerên nû ava dikin. Desthilata AKP’ê û MHP’ê bi avakirina xurtkirina avahisaziya faşîzmê rejîma xwe didomîne. Ev desthilat hemû gel, bawerî, kedkar, ciwan û jinên derveyî berjewendiyên sermayeyê dimînin, diçewisîne û hewl dide desthilata xwe didomîne.    Karabûlak da zanîn ku li dijî faşîzmê, dema xurtkirina têkoşîna li dijî faşîzmê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rastgirî, nijadperesetî û bayê faşîzma ku bilind dibe, nîşan dide kû bendên li dijî van jî çêbibin û niha dema têkoşîna yekgirtî ye. Em ji tecrîda li Tirkiye û Kurdistanê, li dijî polîtîkayên tecrîd, şer û polîtîkayên dagirkeriya faşîst re bêjin na dê di 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de bên cem hev. Em di 1’ê Îlonê de hemû aştîxwazan vedixwînin çalakiya mezin a li bajar.    DI 1’Ê ÎLONÊ DE BER BI QADAN VE   Parlamentera DEM Partiyê Bûrcûgul Çûbûk da zanîn ku di demekî ku şer zêde bûye de pêdivî bi aştiyê  heye û wiha got: “Bi qasî ku gel aştiyê bixwaze, desthilata AKP’ê û MHP’ê jî şer dixwaze. Dê gel li dijî şer, aştiyê rêxistin bike. Ji ber herî zêde pêdiviya me bi aştiyê heye. Lewma em neçar in ku li dijî şer aştiyê birêxistin bikin. Em ê li dijî desthilat û şeran, aştiya gelan biparêzin.”    Îbrahîm Akin ê DEM Partiyî jî bilêv kir ku amadehiyên Şerê Cîhanê yê 3’yemîn didomin û ev tişt gotin: “Li her derê nîqaşên şer tên kirin. Dê gelên li cîhanê bixin nav aloziyekî nû. Bi şerên tên meşandin, ji gelan re xizanî, birçîtî û bêpêşerojî tên hiştin. Em li hember şer derdikevin. 1’ê Îlonê di vê hêlê de gelek watedar e.”