Tirkiyeyê avahiya Asayîşa Qamişlo bombebaran kir 2024-08-22 12:33:44   NAVENDA NÛÇEYAN - Balafirek bê mirov û bi çek a Tirkiyeyê avahiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarê Qamişlo bombebaran kir.   Li gorî nûçeya ANHA'yê; balafirek bê mirov û bi çek a Tirkiyeyê avahiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarê Qamişlo ya li Taxa Enteriyê bombebaran kir.    Di encama êrişê de birîndar çêbûn û ziyana madî pêk hat.   Piştî êrişê tîmên tenduristiyê û ewlekariyê çûn cihê êrişê. Li herêmê tedbîrên berfireh hatin girtin û destûra hatin û çûnê nayê dayîn.