‘Ji bo berdanê ne sûc kes girîngtir in’ 2024-08-22 09:42:11   AMED - Dîlan Polat a ji fêl û fanên pereyên nehelal heye gelek sûcan qeyda wê heye, hate berdan lê belê girtiyên siyasî û nexweş nayên berdan. Rêvebera MED TUHAD-FED’ê Emîne Kaya bertek nîşanî cihêkariya tê domandin da û wiha got: “Ji bo desthilatê ne sûc, lê kes girîngtir in.”      Dîlan Polat a bi sûcdariya “Bi armanca kirina sûc, avakirin û birêvebirina rêxistinê”, “Malê bi kirina sûc hatiye bidestxistin pakkirin”, “Muxalefeta Qanûna Derbarê Sererastkirina Listikên Futbol û Musabakayên Din û Listikên Şansê” derbarê wê de doz hate vekirin, di mijdara 2023’yan de hate girtin û piştî 9 mehên girtî, hate berdan. Berdana Polatê cihêkariya li Makbûle Ozer a 82 salî û ji sedî 61 astengdar e û bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatiye girtin; girtiya nexweş a giran Hatîce Yildiz a 75 salî ya ji ber ji keça xwe re pere şandiye û bi sedyeyê ji mala xwe hatiye binçavkirin û cihêkariya li hezaran girtiyên din tê kirin anî rojevê. ; Hanîfe Arslan a 76 salî ya nexweşa giran e û di Girtîgeha Tîpa T ya Wanê tê ragirtin û hezaran girtiyên nexweş ên di heman rewşê de ne nayên berdan anî bîrê.    Hevserokê Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) Cîhan Çîçeklî û Rêvebera Komeleya Piştevaniya Hiqûqî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) Emîne Kaya, derbarê sepanên hiqûqî yên bi awayekî dubendî tên meşandin axivîn.    ‘DIVÊ QANÛN JI BO HER KESÊ WEKÎ HEV BIN’   Rêvebera MED TUHAD-FED’ê Emîna Kaya anî ziman ku divê qanûn ji bo her kesekî wekî hev bin û wiha axivî: “Makbûle Ozer niha di girtîgehê de ye. Mirovekî 82 salî gelo dê sûcekî çawa bike? Lê belê ji bo desthilatêne sûc, yên ku wan sûcan dikin girîng in. Alî Ekber Orûç tevî nexweşiyên xwe yên giran, piştî 21 salên girtî, hate berdan û niha di servîsa lênêrîna awarte de ye. Divê qanûn li gorî her kesê bin. Divê li gorî kesan muamile neyê sepandin.”    CIHÊKARÎ   Hevserokê TUAY-DER’ê Cîhan Çîçeklî jî bi bîr xist ku Bazo Yilmaz, Zulkuf Yildirim, Mehmet Candemîr û dehan girtiyên siyasî an di girtîgehê de ne an jî piştî demekî kin a berdanê jiyana xwe ji dest dan û ev tişt gotin: “Sedan girtiyên temenmezin û nexweş li benda nêzîkatiyekî heqane û hêjayî rûmeta mirovahiyê ne. Hem hikûmeta qanûnan çêdike, hem îdareyên girtîgehan hem jî ATK di vê hêlê de pevpar in. Girtiyên ku nikarin bi tena serê xwe pêdiviyên xwe çareser bikin, di girtîgehê de tên ragirtin û terkî mirinê tên kirin. Mijara Dîlan Polatê ji bo cihêkariya tê domandin mînakekî hêja ye. Hem wek hiqûqî tu îzaha vê rewşê nîn e hem jî tu aliyê xwe yê mirovî.”     Çîçeklî diyar kir ku tevî hemû bangawaziyan, girtiyên nexweş nayên berdan û wiha got: “Divê têkoşîna edaletê bibe rojeva her kesê ku metirsiya wî ya heq heye û divê têkoşîna tê dayîn were xurtkirin.”