Dayika Aştiyê Muhsîne Ayhan jiyana xwe ji dest da 2024-08-21 21:17:42       ÇEWLIG – Li navçeya Solaxan a Çewlîgê Dayika Aştiyê Muhsîne Ayhan ya 96 salî  jiyana xwe ji dest da.   Dayika Aştiyê Muhsîne Ayhan ya 96 salî ku seranserê jiyana xwe de ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û pêkhatina aştiyê têkoşîn meşand, li gundê Omeran a Solaxan a Çewlîgê li mala xwe jiyana xwe ji dest da. Ayhan ya pirsgirêkên wê yên tenduristiyê hebûn û nîvê bedena wê felç bû li gundê wê hat definkirin.