Êrişa li dijî bijîşk hatiye kirin hate şermezarkirin 2024-08-21 16:30:30   AMED - Platforma Tenduristiyê ya Amedê êrişa li dijî Dr Heçîm Îzol ê di servîsa awarte ya Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê de dixebite, hatiye kirin bi daxuyaniyekî şermezar kir.    Platforma Tenduristiyê ya Amedê têkildarî êrişa duh li dijî Dr. Haçîm Îzol ê di servîsa awarte de xizmetê dide û ji hêla nexweşekî û xizmên wî rastî êrişê hatiye, daxuyanî da. Di daxuyaniya kedkarên tenduristiyê tev li bûne de pankarta “Bila di tenduristiyê de tundî bi dawî be” û “Em bi qasî ku bibin yek bi hêz in” hatin vekirin.    Endamê Lijneya Rêveber a Şaxa Sendîkaya kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî Bekîr Toprak, destnîşan kir ku di 22 saliya desthilata AKP’ê de tundiya li dijî tenduristiyê her roj zêdetir bû û wiha got: “Ji bo pêşîlêgirtina tundiya li dijî tenduristiyê û pêkanîna ewlehiya divê sererastkirinên qanûnî werin kirin.”    Piştre Serokê Odeya Bijîşkên Amedê Veysî Ulgen axivî û ev tişt gotin: “Em careke din berpirsyariya reyedarên tînin bîra wan. Di serî de tenduristî, em ji bo hemû qadên jiyanê de heya tundî bi dawî dibe dê têkoşîna xwe bidomînin.”