Aşxaneya Peyasê hate vekirin 2024-08-21 14:39:25   AMED - Şaredariya Peyasê ji bo xizmeta xwarina erzan bide gel Aşxaneya Şaredariyê vekir.    Midûriyeta Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariya Peyasa Amedê, li taxa Mezopotamyayê ji bo xizmeta xwarina erzan bide gel, Aşxaneya Şaredariyê vekir. Hevşaredar Berîvan Gulşen Sîncar û Cengîz Dundar, Hevşaredara Bajarê Nû Safiye Akdag, Dayikên Aştiyê, rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), keyayê taxê û gelek kes tev li vekirina aşxaneyê bûn.    Hevşaredar û Dayikên Aştiyê, aşxaneyê bi birîna qurdeleyê vekirin. Roja ewil ji bo 500 kesan xwarin hate amadekirin.