Rojnamevan Kiziler: Wê berxwedan diyarker be 2024-08-21 10:09:21   AMED - Rojnamevan Hayrî Kiziler ku bal kişand ser kûrbûna hevkariya Tirkiye û PDK'ê, diyar kir ku li dijî êrişan yên berxwedêr dê diyarker bin.    Êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK'ê yên li ser Herêma Kurdistana Federe her ku diçe berfireh dibe. Hayri Kıziler ku li herêmê rojnamegeriyê dike êrişên Tirkiyeyê yên li ser Herêma Kurdistana Federe nirxandin.    Kiziler da zanîn ku ji bilî aliyê leşkerî yên êrişên Tirkiyeyê, hevkariya wê ya bi PDK'ê re derbasî qonaxeke xeternak bûye û got: "PDK xizmeta planên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê yên li Başûrê Kurdistanê dike. Ev hevkarî ne tenê di warê leşkerî de, di heman demê de bîrdozî ye. Di vê demê de ne rast e ku PDK êdî wekî partiyeke Kurdistanî were hesibandin."   ARMANCÊN HEVPAR   Kiziller da zanîn ku hikûmeta AKP'ê polîtîkayên xwe yên li herêmê bi zîhniyeteke îslamî ava kiriye û di vê çarçoveyê de bi PDK'ê re hevkarî kiriye û got ku AKP'ê piştî hatina desthilatdariyê bi tasfiyekirina pêkhateyên neteweperest veguheriye pêkhateyeke îslamî. Kiziler got: “Ev veguherîn bi armanca tunekirina destkeftiyên kurdan li herêmê pêk hatiye. Di êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Herêma Federel û Rojavayê de rola PDK’ê girîng e. Her kesî dît ku PDK bi rêya ENKS’ê piştgirî da hewldanên Tirkiyeyê yên ji bo têkbirina şoreşa Rojavayê."   ‘DESTKEFTIYÊN KURDAN HEDEF TÊN GIRTIN'   Kiziller da zanîn ku aloziya ji ber îhtimala ku li herêmê şoreşeke muhtemel çêbibe û got ku Tirkiye li herêmên ku hêzên HPG'ê lê tune ne êriş pêk aniye û ji bo pêşî li derketina şoreşê bigire baregehên leşkerî ava kiriye. Kiziler got: “Tirkiye hemû destkeftiyên kurdan dike hedef. AKP wê bi kadroyên xwe yên mîlîtan vê yekê bikira. Polîtîkayên xwe yên êrişê bi navên Hakan Fîdan û Îbrahîm Kalin dimeşîne. Em dikarin ji bo PDK'ê jî heman tiştî bibêjin. Dema em li dîroka wê dinêrin, gelek pêşmergeyên welatparêz hebûn. AKP û PDK li dijî nirxên kurdan dixwazin li Rojhilata Navînê cih bigirin. Bi polîtîkayeke 'umetparêz' vê dikin. Tirkiye xwest bi komên çete Şoreşa Rojavayê bifetisîne, lê bi ser neket. Îro van çeteyan dişîne gelek deverên cîhanê. Bi heman awayî dixwaze bi van çeteyan li Başûrê Kurdistanê cih bigire."   ‘PDK'Ê LI KERKÛKÊ WINDA KIR’    Kiziler da zanîn ku hevkariya PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re têk çûye û wan Kerkûkê winda kiriye û got: "Li Kerkûkê Tirkiye û PDK tevî hemû hewldanan têk çûn. Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan di navbera Iraq û Îranê de ji bo Kerkûkê çû û hat. Lê halî hazir tiştek bi dest nexistin. Em dikarin vê rewşê wekî têkçûna Tirkiyê bi nav bikin. Ji ber ku nekarîn tiştên ku dixwestin bi dest bixin. Di rastiyê de heta ku kurd li hemberî van polîtîkayan li ber xwe bidin, hilweşîn wê bigihê asteke ku pêşî lê neyê girtin."    WÊ BERXWEDAN DIYARKER BE   Kiziler destnîşan kir ku berxwedana kurdan wê ji bo Kurdistan û Rojhilata Navînê bibe diyarker û got: “Têkoşîna kurdan rewa ye. Derdorên li dora îdeolojiya birêz Abdullah Ocalan dibin yek, zêde dibin. Mirov li qadê vê yekê dibîne. Wekî mînaka Kerkûkê, ereb, xwe nêzî hevkariya tirkan û PDK’ê nekir. Ev yek wê di polîtîkayên pêşerojê de bibe xala veguherînê. Ji ber vê sedemê ne yên ku êrişan pêk tînin, wê yên li ber xwe didin xwedî roleke diyarker bin."   MA / Delal Akyuz