Bakirhan li herêma şewatê ye: Bila herêma afetê bê îlankirin 2024-08-20 16:37:30   ÎZMÎR - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan welatiyên ku ji şewata li Karşiyakayê derket bi bandor bûne guhdar kir, xwest ku taxên zirar dîtine weke herêma afete bê îlankirin.    Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan û şandeya pê re di çarçoveya serdanên xwe yên li Îzmîrê de serdana welatiyên ku ji şewata daristanê ya li herêma Çiyayê Yamanlar a li navçeya Karşiyakayê bi bandor bûne kirin. Bakirhan ewilî li Taxa Dogançay a girêdayî navçeya Bayrakli ku ewilî ji şewatê bi bandor bû bi Wekîlê Şaredarê Bajarê Mezin ê Îzmîrê Zafer Levent Yildir û muxtara taxê re hevdîtin kir. Mûxtara taxê Arzû Nîsan a tiştên qewimîn vegot, daxwaza xwe ya ku herêm weke herêma afete were îlankirin anî ziman. Nîsan, diyar kir ku rast e rast ji şewatê bi bandor bûne û wiha got: “Me ji şaredariyan û rayedaran alîkarî xwest. Piştî ku nehat me dawiyê ji mirovan helalî xwest. Di nava çend deqîqeyan de me karî em ji nava şewatê derkevin.”   KOMÎSYON DÊ AVA BIBE   Wekîlê Şaredarê Bajarê Mezin ê Îzmîrê Zafer Levent Yildir jî diyar kir ku bi awayekî awarte banga civînê li Meclisa Şaredariyê kirine û da zanîn ku dê komîsyonekê ava bikin û hêj tespîta xesarê bi awayekî baş nehatiye kirin.    ‘RANT TÊ DÎTIN’    Parlamenterê DEM Partiyê yê Îzmîrê Îbrahîm Akin jî anî ziman ku şewat di dema xwe de nehatine vemirandin û kezebên Îzmîrê li ber çavan şewitî ne. Akin, destnîşan kir ku dibe bi zanebûn şewat hatibe derxistin û wiha got: “Mirov difikirin ku tê xwestin vê herêmê bikin qada rantê. Bajêr ber bi van deran ve tê û ev der bi nirx bûn.”   Bakirhan û kesên pê re pişt re bi Yildir re serdana taxên Onûr û Yamanlar kirin. Şêniyên taxan ji şandeyê re gotin ku li herêma şewatê pirsgirêka ava vexwarinê û ceyranê heye û xwestin pirsgirêk bên çareserkirin. Bakirhan ê guhdariya welatiyan kir jî destnîşan kir ku divê herêm weke qada afetê bê îlankirin. Şandeyê herî dawî serdana Sîteya Senayiyê ya Ornekkoy a Karşiyakayê kir.    DÊ HEVDÎTINA EKOLOJIYÊ BÊ KIRIN   Piştî serdanan Bakirhan û şandeya DEM Partiyê dê li Navenda Çandê ya Îsmet Înonu ya li Kulturparkê saet di 18.00’an de tev li aktîvîteya “Hevdîtina Ekolojiyê” ya dê bê kirin bibin.