Li ser pereyên tirk pîrozbahiya 15’ê Tebaxê! 2024-08-20 14:03:36   WAN - Li Wanê li ser pereyên 200, 100 û 50 lîreyî wêneyê Mahsum Korkmaz û nivîsek taybet hat xêzkirin û nivîsandin.    Li bajarê Wanê li ser gelek banknot ango pereyên 200, 100 û 50 lîreyî bi wesîleya 15’ê Tebaxê 1984’an çalakiya çekdarî ya ewil a PKK’ê wêneyê Mahsûm Korkmaz (Egîd) û nivîsek taybet hat xêzkirin û nivîsandin. Li ser paş û pêşê gelek pereyan wêne û nivîs hat xêzkirinn. Li gel wêneyê Korkmaz, ala PKK’ê û nexşeya Kurdistanê jî hatine xêzkirin. Li bin wêne jî ev peyam hatiye nivîsandin: “Bi rihê 15’ê Tebaxê ber bi azadiyê ve. Bijî sekna Egîdên fedaî. Bijî gerîlayên azadiya Kurdistan.”   Nehat zanîn ku ev yek ji aliyê kî ve hatiye kirin.