Li Geverê dest bi çêkirina rêyên xerabe hat kirin 2024-08-20 10:06:33   COLEMÊRG - Şaredariya Geverê ku du deman qeyûm tayinî wê hat kirin û milyarek TL deynê wê heye, tevî hemû taxrîbatên qeyûm jî rêveberiya DEM Partiyê bênavber xizmetê dike.    Şaredariya Geverê ku du heyaman qeyûm tayinî wê hat kirin, tevî hemû texrîbatan jî xizmetê didomîne. Piştî hilbijartina 31'ê Adarê hevşaredar Şoreş Dîrî û Şadiye Kirmizigul yên DEM Partiyî, daxuyandibûn ku deynê şaredariyê 988 milyon û 70 hezar TL ye. Şaredariya DEM Partiyî ku 4 meh li dû xwe hiştin, tevî deynekî giran û budçeyeke kêm û bêderfetiyan jî sozên ku beriya hilbijartinê dabûn pêk tîne.    Hevşaredar Şoreş Dîrî, behsa xebatên şaredariyê kir.    Dîrî, diyar kir ku 4 meh in bi dînamîkên bajêr re çareyê ji pirsgirêkên bajêr re dibînin. Dîrî got: "Ji bo pêşketinê me gav avêtin. Wekî tê zanîn gava me şaredariyê dewr girt nêzî milyarek deynê wê hebû. Li navçeyê xebateke me ya asfaltê ya 7.5 kîlometre heye. Fîrmayê heya niha ji sedî 50'yê karê temam kirine."    Dîrî diyar kir ku rêyên navçeyê yên di pêvajoya xwerêveberiyê de hatibûn xerakirin û li 7 taxan û 14 kolanan xebatên asfaltkirinê dest pê kirine û li 12 kolanan jî dest bi xebata bicihkirina keviran kirine. Dîrî diyar kir ku li navçeyê hê jî binesaziyeke saxlem tune ye û got: "Di rojên pêş de em dest bi xebatên binesaziyê bikin û ji bo vê îhaleyên pêwsît çêbikin. Li taxa Ensetpe û Esenyûrtê rêyên ku dibûn cihê xetereyan hene. Me li wan rêyan dest pê çêkirina dîwarên îstînatê kirine."    Dîrî da zanîn ku 11 gundên nêzî navçeyê piştî hilbijartinê bûne tax û li van taxan jî dest bi xebata çêkirina rêyan, stabîlîzeyê û paqijiyê hatine kirin.    Dîrî destnîşan kir ku wê di nava 4 salan de tu rê û peyarê nemînin ku çênekin û got: "Em ê tevî gelê xwe bi piştevaniyê û sebrê hemû pirsgirêkan çareser bikin."