Ji Şîşhaneyê bang kirin: Kurd xwedî li vîna xwe derdikevin 2024-08-19 23:09:21   STENBOL - Nobeda li dijî tayinkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê 65 roj li dû xwe hiştin. Girseya ku beşdarî nobedê bû, diyar kir ku wê rê nedin qeyûman û got: "Kurd xwedî li vîna xwe derdikevin."    Nobeda li dijî qeyûman: Em ê jiyana azad ava bikinî û Demokrasiyê ya Stenbolê ku li Qada Şîşhane ya navçeya Beyogluyê li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê dabû destpêkirin di roja 65'an de berdewam kir. Nûnerên gelek partî, sendîka, sazî û rêxistinan beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de tîşortên “Qeyûm biçe” hatin lixwekirin û pankartên bi Kurdî, Tirkî, Îngilîzî û Erebî “Colemêrg ya me ye” û “Berxwedan Colemêrg, hatin vekirin. Her wiha dirûşmên "Bijî berxwedana Colemêrgê", "Her der Colemêrg her der berxwedan", "Wê qeyûm biçe em ê bimînin", "Li dijî faşîzmê mil bi mil" û "Bijî berxwedana zindanan" hatin berzkirin.   Piştî rêzgirtinê ya di nobetê de, danezana kampanyaya Nan û Edaletê ya ji aliyê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ve hatiye destpêkirin, hat xwendin. Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Faşîzm ne tenê azadiya me nanê me jî înkar dike. Ev ne çarenûs e. Em ne mecbûr in û ne jî mehkûmê şer, wêranî, qezenc, talan, mêtingerî, tecrîd, mirin, darbe, desteserkirina îradeyê, îşkenceya li girtîgehê, zîhniyeta serdest a mêr ku li ser me tê ferzkirin, ne. Em ê çi ji destê me tê bikin û jiyanek wekhev û azad ava bikin. Em niha bi çalakiya xwe ya edaletê ya nan têkoşîna xwe ya ked û azadiyê xurt dikin. Em bang li her kesî dikin ku tevlî vê kampanyayê bibin û têkoşînê berfireh bikin.”   Piştre hevserokê navçeya Esenyûrtê ya DEM Partiyê Nurullah Kabak mafê axaftinê girt. Kabak got: “Kurdan îxanet li kesî nekir. Ger Kurdan bixwesta wê ji zû de dewleta xwe ava bikira, lê Kurd jiyana bi hev re dixwazin. Em li vir in ku hêviya we ya jiyana hevpar a di navbera tirk û kurdan de neqede. Divê em bên pîrozkirin, ya ku em dikin bêîteatiya sivîl e. Hêviya jiyana bi hev re qut nekin."   Hevseroka navçeya Esenyurtê ya DEM Partiyê Resîme Karabaş jî axivî û got: “Em şer, çeken kîmyewî û pevçûnê naxwazin, em aştiyê dixwazin. Bi salan e qeyûm tayîn dikin, êdî bes e. Li girtîgehan gelek girtiyên nexweş hene, nayên berdan. Em Kurd ti carî naqedin, em ê hebûna xwe bidomînin."   Herî dawî Hevserokê Navçeya Bakirkoyê yê DEM Partiyê Abdulkadir Akdag jî got, “Tevî gendelî, bêedaletî û zilmê jî gelê Kurd li ser vîna xwe ye. Tevî ku diviyabû meclîsê hevşaredarekî nû hilbijart jî, şaredarê Colemêrgê girtin û qeyûm tayîn kirin. Em dixwazin AKP rêzê li hiqûqê bigire."   Çalakiya nobetê bi dirûşmeyan bi dawî bû.