Li Mêrdînê êrişên nijadperest hatin şermezarkirin 2024-08-19 21:37:02   MÊRDÎN - Platforma Ked û Demokrasiyê di daxuyaniya xwe de têkildarî êrîşên nîjadperest ên li dijî zimanê Kurdî û kedkarên Kurd got, “Em ti carî êrîşên nîjadperest ên li dijî kedkarên Kurd, ziman û çanda Kurdî qebûl nakin. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku li her derê lê bin, ziman û nasnameya xwe biparêzin.”   Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrdînê têkildarî êrîşên nîjadperest ên li dijî zimanê kurdî û karkerên kurd li Parka Otoban daxuyaniyeke çapemeniyê da. Gelek pêkhateyên platformê beşdarî daxuyaniyê bûn, her wiha pankarta "Li hemberî karkerên kurd û zimanê kurdî em êrişên nîjadperest qebûl nakin" hat vekirin.   Li ser navê platformê Ahmet Çelîk metna daxuyaniyê ya bi kurdî xwend.   Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku êrîşên li hemberî karkerên kurd û zimanê kurdî nayên qebûlkirin û êrîşa nîjadperest a ku li xwendekarên kurd ên karkerên demsalî dixebitin hat bibîrxistin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku êrîşên li ser tabelayên trafîkê, govend û karkerên kurd derbasî qonaxeke din bûye û wiha hat gotin: “Gelê kurd ku yek ji damezrînerên Komarê ye, bi salan e li ser axa xwe dijî û êrîşên nîjadperest li wan hatine kirin. Tê xwestin ku yek ji mafên herî bingehîn, mafê axaftinê bi zimanê dayikê were astengkirin. Êrîşên li dijî kedkarên Kurd ji aliyê hikûmeta AKP-MHP’ê ve tên manîpulekirin. Êrîşên nîjadperest ên li dijî ziman û çanda Kurdî her ku diçe zêde dibin û bi awayekî sîstematîk dibin."   BANGAWAZÎ   Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku polîtîkayên bêhiqûqî û bêcezakirinê rê li ber êrîşên nîjadperestan vedike û hat gotin, “Ev polîtîkayên desthilatdariya AKP-MHP’ê aştiya civakî xera dike û rê li ber êrîşên nîjadperest vedike. Divê hikûmeta AKP-MHP’ê dawî li van polîtîkayan bîne. Weke Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrdînê, em tu carî êrîşên nîjadperest ên li dijî kedkarên Kurd, ziman û çanda Kurdî qebûl nakin. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku li her derê lê bin, ziman û nasnameya xwe biparêzin.”   Daxuyanî bi dirûşmeyên “Bê ziman jiyan nabe” û “Zimanê me hebûna me ye” bi dawî bû.