Di êrişên Tirkiyeyê yên li Şêrawayê de 4 kes birîndar bûn 2024-08-19 15:04:01   NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrişên Tirkiyeyê yên li gundê Bênê ya bajarokê Şêrawayê de 4 kes birîndar bûn.   Tirkiye bi balafireke kamîkaze êrişî gundê Bênê yê bajarokê Şêrawaya kantona Efrîn-Şehbayê kir. Di êrişê de Tirkiye êrişî erebeya welatiyê bi navê Ebû Zekur ê ji gundê Kefer Nayê bombebaran kir. Di encamê de Ebû Zekûr birîndar bû û erebeya wî derbe xwar.   Dema ku şêniyên li herêmê berê dan li cihê bûyer lê qewimiye,Tirkiye careke din bi balafireke kamikaze êrişî heman cihî kir. Di êrişa vê carê de jî 3 welatî birîndar bûn. Navên welatiyên ku birîndar bûne wiha ne: Heyder Mihemed (45) ji gundê Bênê ye, Yûsif El Aric (27) ji gundê Ziyaretê ye, Mistefa Rifet Şêxo (28) ji gundê Meydan Ekbezê ye. Her çar welatiyên birîndar bûne, birin nexweşxaneyên Til Rifat û Avrînê yên bajarokê Fafînê.