Pisporê ewlehiyê yê Iraqî: Li şûna mutabakatê Tirkiyeyê ji axa xwe derxîne 2024-08-19 14:24:25   NAVENDA NÛÇEYAN - Pisporê Ewlehiyê Sefa Asim ragihand ku ‘lihevkirina ewlehiyê’ ya di navbera Iraq û Tirkiyeyê de hatiye îmzakirin, hêj temam nebûye û wiha got: “Bexda li şûna ku Tirkiyeyê ji axa xwe derxîne, peymanê  îmza dike.”   Bi hevkariya PDK'ê û Iraqê Li dijî Herêma Federa ya Kurdistanê êrişên Tirkiyeyê didomin. Êdî êriş û hevkarî eşkere tên kirin. Di navbera Iraq û dewleta Tirkiyeyê de, roj bi roj peymanên li dijî gelê kurd berfirehtir dibin. Herî dawî şandeyek ji Iraqê di 15’ê tebaxê de berê xwe da Enqereyê û civîna çaremîn a ‘mekanîzmaya bi ewlekariya bilind a Tirkiye-Iraqê’ hate lidarxistin. Di vê civînê de ‘lihevkirina ewlekariyê’ di navbera her du aliyan de hate îmzakirin.   Pisporê Ewlekariyê Sefa Asim di derbarê vê lihevkirina ‘ewlekariyê’ ya di navbera Iraq û Tirkiyeyê de ji Rojnews’ê re axivî. Asim wiha axivî: “Lihevkirina ewlekariyê ya di navbera Iraq û Tirkiyeyê de hatî îmzakirin hîna temam nebûye. Ji bo wê gelek bendên ku hîna li ser lihevnekirine hene. Lê Bexda li şûna derxistina hêzên dewleta Tirk, li gel lihevkirin îmza dike. Lê ji ber ku dewleta Tirk bi hatina xwe ya nav navçeyên Herêma Kurdistanê, Iraqê şermezar kir, hîna civîn berdewamin.”   Sefa Asim destnîşan kir ku îhtimal heye ku di demeke nêz de bi fermana hikûmeta Iraqê artêşa Tirkiyê ji Herêma Kurdistanê vekişe.   Li gorî lihevkirinê, wê baregeha leşkerî ya Tirkiyeyê ya li Beşîkayê, radestî hêzên Iraqê were kirin. Herwiha li Enqere û Bexdayê jî odeyên şerê li dijî PKK’ê tên avakirin. Di van odeyên şer de, wê rayedarên ji Wezîrên Karên Derve yên Iraqê, Tirkiye, Wezîrên Parastinê û serokên rêxistinên îstîxbaratê amade bin.