Yildirim ê ji sedî 98 astengdar hate berdan 2024-08-19 13:42:51   NAVENDA NÛÇEYAN - Serdal Yildirim ê ji sedî 98 astengdar û 6 sal bûn li Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê dihate ragirtin, hate berdan.    Serdal Yildirim ê li Girtîgeha Tîpa R a Metrîs a Stenbolê 6 sal bûn dihate ragirtin, hate berdan. Serdal Yildirim di 17’ê Adara 2009’an de di encama qezaya trafîkê ya li navçeya Qosera Mêrdînê derbas kir de ji navtanga xwe û jêr felc bû. Yildirim neçar ma bi kursiya biteker jiyana xwe bidomîne. Ji stuyê Yildirim heta pişta wî nêzî 40 platîn lê hatine bi cih kirin. Yildirim tevî raporên ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ jî nehatibû berdan. Di raporên Saziya Tiba Edlî (ATK) de hatibû diyarkirin ku Yildirim nikare bi tena serê xwe bijî.   Yildirim ê piştî 6 salan hate berdan ji aliyê malbata xwe ve hate pêşwazîkirin.