Gelê Cizîrê bertek nîşanî tecrîdê da 2024-08-19 09:55:01   ŞIRNEX- Li gelek deverên Cizîrê, gel bi daliqandina wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bertek nîşanî tecrîdê da.     Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê gel bi daliqandina wêneyan tecrîda mutleq a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan protesto kirin. 41 meh in agahî ji Abdullah Ocalan ê di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin nayê wergirtin. Gel li dijî vê yekê li parka Birca Belek û pira El Cezerî wêneyên Abdullah Ocalan daliqandin û bertek nîşanî tecrîdê da.