Hate îdiakirin ku rapora tenduristiyê ya ‘sexte’ dane girtiyê nexweş 2024-08-19 09:20:26   TEKÎRDAG - Hate îdiakirin ku beriya girtiyê nexweş Çetîn Tûtkûn ê li Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê tê ragirtin sewqî ATK’ê bê kirin, li nexweşxaneya ku birinê derbarê wî de rapora tenduristiyê ya “sexte” hatiye amadekirin.    Girtiyê nexweş Çetîn Tûtkûn di sala 2012’an de li navçeya Qereyazî ya Erziromê hate binçavkirin û girtin. Di sala 2013’an de ji aliyê 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Erziromê ve bi îdiayên “Endamtiya rêxistinê” , “Xerakirina yekitî û yekparebûna dewletê” , “Hewldana kuştina peywîrdarê cemaweriyê ya biplankirî” û “propagandaya rêxistinê” ji Çetînê dihate darizandin re cezayê muebetê yê giran û 28 sal û 6 meh cezayê hefsê hate birîn. Tûtkûn ê demeke dirêj li Girtîgeha Tîpa E ya Erziromê hate ragirtin pişt re sewqî Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Tekîrdagê hate kirin.    Tûtkûn ê nexweşiyên wî yên weke sendroma lingên nearam, tîroîd, gastrît, ulser, apneya xewê, di lingên çepê û rastê, pelixîna rehikan hene, di nameya ku şandiye de ragihand ku 2 sal in rewşa wî ber bi nebaşiyê ve diçe, ji ber vê yekê bêyî daxwaza xwe ji aliyê îdareya girtîgehê ve sewqî nexweşxaneyê hatiye kirin.    ÎDIAYA ‘RAPORA SEXTE’    Tûtkûn, di peyama xwe de bi lêv kir ku di nava 2 salan de derbarê wî de 4 caran hin rapor hatine amadekirin û da zanîn ku di rapora Nexweşxaneya Bajêr a Dr. Îsmaîl Fehmî Cûmalioglû ya Tekîrdagê ji bo wî daye de wiha hatiye gotin “tu nexweşiyên wî nînin”. Tûtkûn îdia kir ku rapora tevî nexweşiyên wî hene jî hatiye dayîn “sexte” ye û wiha got: “Di 3 raporên ku beriya niha dane de tevî hin nexweşiyên min hatibûn nivîsîn jî di rapora heyetê ya dawî hate dayîn de qala van nexweşiyan nehate kirin. Ji ber vê yekê ev rapor sexte ye. Ez difikirim ku ev rewşeke li ser girtiyên nexweş diqewime ye. Ji ber ku aşkere ye ku di demekî nêz de da min sewqî Saziya Tiba Edlî (ATK) bikin û ev rapor jî ji ber vê yekê hatiye amadekirin.”   BANGA HESTIYARIYÊ    Tûtkûn, bi bîr xist ku li ser Vedat Erkmen ê di dosyaya wî de girtî bû û di 20’ê kanûna 2021’an de bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da wê demê zext hebûn û wiha domand: “Heman zextê niha ez jî hîs dikim. Kesê ku her roj ji min re xwarinê tîne, tevî ku dixwaze ez ji ber nexweşiya xwe nikarim bixwim jî savarê tîne. Ji ber ku min jê re got naxwim, tabldot avêt ser min. Di encama nîqaşê de derbarê min de girtek hate girtin. Min û hevalê min ê odeyê ji bo ku gilîkar bin daxwazname dan. Lê daxwaznameya min avêtin. Ji daxwaznameya hevalê min ê odeyê re jî biryara ‘hewcehî bi peyketinê’ nîne hate dayîn. Bi vî awayî darizandina kesan hate astengkirin û heman kes hatin parastin. Li dijî tiştên girtiyên nexweş dijîn û bêdengiya saziyên dewletê ez mûxalîfan vedixwînim hestiyariyê.”   MA/ Omer Îbrahîmoglû